Polîsan êrîşê daxuyaniya der barê erdhêjê de kir

  • 21:28 26 Sibat 2023
  • Rojane
STENBOL-Koordînasyona Erdhejê ya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ku xwest bi şiara ‘Ne erdhej, pergala we ya rantparêz kuşt. Niha dema piştevaniyê ye’ li Kadikoyê çalakî li dar bixe, polîsan êrîş bir kir û gelek kes bi îşkence binçav kir.
 
Koordînasyona Erdhejê ya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, bi armanca protestokirina desthilatdariyê ku alîkarî neşand ji bajarên erdhej lê rabû û mirov terkê mirinê kirin, xwest li Qada Îskele ya Kadikoyê çalakî li dar bixin. Lê polîsan êrîş kir. Bi tevlêbûyîna Parlamenterên HDP’ê Mûsa Pîroglû û Oya Ersoy, daxwaza lidarxistina çalakiyê hat kirin, lê polîsan êrîş bir ser çalakgeran û gelek kes bi îşkencê binçav kirin. 
 
Beriya çalakiyê, polîsan, dor li endamên Koordînasyonê girt ku hatin Qada Khalkedonê. Endamên bi berzkirina dirûşmeya ‘Ev ne erdhej e, qetlîam e’ bertek nîşan da, ji aliyê polîsan ve bi êşkence hatin destgîrkirin. 
 
Endamên koordînasyonê tevî hemû astengiyan cardin li Qada Khalkedonê hatin ba hev, lê ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin. Girseyê bi çepikan polîs protesto kirin, polîsan êrîş bir ser girseyê jî.
 
Gava polîsan êrîş bir ser çalakgeran, Parlamenterê HDP’ê Musa Pîroglu, bang li gel kir ku û got ku li Semsûrê bi hezaran kesan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest daye.
 
Musa Pîroglu ev tişt gotin: “Hevalê min ji wê derê hat. Got ku ji ber baran û sermayê birazî/xwarzê wî ku di bin kavilan de bûye, qerisiye. Li Semsûrê bi hezaran kes qerisîn. Xaloyek, got ku di wextê xwe de midaxele bihata kirin wê yên birîndar xelas bibûna. Bi sed hezaran kes bi eşkerehî veşartin. Polîs û leşker jî nelebitandin. Kesên xwestin biçin bibin alîkar jî rawestandin. Berpirsek heye; li Qesrê rûdine û ji bo selteneta xwe, amade ye ku xwînê birije, me hemûyan di bin kavilan de bihêle.”
 
Kesek, gotina Musa Pîroglu birî û pesnê dewletê da. Welatiyên li der û dorê bertek nîşan da. Yekî got: “Ev bûyer li deh bajaran çêbû, dewlet wê çi bike?“ Jinekê bi van gotinan bertek nîşanê wî da: “Dewlet wê konan bîne û şertên hîjyenê çêbike. Me dewlet ji wê boneyê ava kir.”
 
Gava mineqeşeyê, polîsan cardin êrîş bir ser girseyê û rojnamevanên xwest kêşanê bikin jî derb kirin. Endamên koordînasyonê, tevî hemû astengiyan li kuçeyên Kadikoyê, dirûşmeya “Hikûmet îstifa“ berz kir.