Li Stenbolê starta 8'ê Adarê hat dayîn

  • 16:57 26 Sibat 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Meclîsa Jinan a HDP'ê, bi minasebeta 8'ê Adarê bi dirûşma "Em ne tenê ne bi hev re ne, Jin jiyan azadî" daxuyanî da. di daxuyaniyê de Ayşe Acar Başaran axivî û got: "Dê di 8'ê Adarê de li herêmên erdhejê dê bi mexdûran re bicivin û piştevaniya xwe mezin bikin." 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi minasebeta 8'ê Adarê bi dirûşma "Em ne tenê ne bi hev re ne, Jin jiyan azadî" li Îskeleya Beşîktaşê ya Kadikoyê civiyan û daxuyanî dan. Tevgera Jinên Azad (TJA), Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDP'ê Oya Ersoy, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknur Bîrol, Berdevka Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Çîçek Otlu, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevberdevka Partiya Yeşîl Sol Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Hevberdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçu, Dayikên Nobeta Edaletê, Dayikên Aştiyê û gelek nûnerên saziyan sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşma "Jin jiyan azadî” hat berzkirin. 
 
Di daxuyaniyê de Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî û bal kişand ser 8'ê Adarê. Ayşe, diyar kir ku ji ber erdheja ku pêk hatî dê îsal 8'ê Adarê li qadan piştevaniya xwe mezin bikin û got: "Em ji roja ewilî heta niha li qadên erdhejê bi jinan re bûn. Li vir tabloyeke qiyamete hebû. Li vir dewlet tunebû. Welatî bi kerasetê re rûbirû ma. Em li dijî pergala riziyayî li qadan li cem welatiyan bûn. Rêxistinên jinan, sazî û dezgehên sivîl, li gorî derfetên xwe li vir bûn. Ji aliyek xebatên lêgerîn û rizgarkirinê pêk anîn û ji aliyek jî alîkariya welatiyan kir. Em carek din dibêjin em ne bi tenê ne, piştevaniya me mezin dibe. Em ê bi hêza xwe li ser piyan bin. Em ê di 8'ê Adarê de li qadan bin. 
 
'Faturaya erdhejê li jinan birîn'
 
Ayşeyê destnîşan kir ku hemû civak ji vê pêvajoyê bi bandor dibe û diyar kir ku weke her krîzê herî zêde jin û zarok bi bandor dibin. Ayşeyê got, “Jin ên ku  hewl dan li dijî vê felaketê li ser piyan bimînin ji aliyekî ve hewl dan zarok û malbata xwe ji bin kavilna derxînin û li aliyekî jî bi pirsgirêkên wekî xanî, paqijî , strargeh ku qet hikûmetê piştgirî neda wan re têkoşîn dan.  Niha ti mekanîzmayek ku jin xwe bigihîninê tune ye. Jin li qadên jiyana hevpar bi tacîz û tecawizê re rû bi rû ne. Ji ber ku qada ewle ji jinan re nehat çêkirin. fatûreya herî giran a erdhejê li jinan hat birîn."
 
'Em ê di 8'ê Adarê de li qada erdhejê bin'
 
Ayşeyê diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe mezin bikin û bi hevgirtina jinan a li dijî pergala serdest a mêrê kapîtalîst birînên xwe bipêçin û got, "Em ê bi Meclîsa Jinan a HDP'ê û pêkhateyên wê re biçin hemû herêmên ji erdhejê zirar dîtine, bi hev re li ber xwe bidin. pêdiviyên jinan bi cih bînin. Em ê di vê pêvajoyê de travmayên ku jin jiyane  bi hevgirtinê derbas bikin.  Têkoşîna hevpar a jinan wê dawî li pergala qirêj bîne. Ez di wê baweriyê de me ku em ê vê pêvajoyê bi hevgirtinê derbas bikin.” 
 
Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi dawî bû.