Kongreya Star derbarê wefata Suheyla Qazî peyama sersaxiyê da

  • 13:51 26 Sibat 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Star ji ber wefata Suheyla Qazî ya di temenê 82 salî de, peyama sersaxiyê da.
 
Meclis Kongreya Star têkildarî wefata Suheyla Qazî li bajarê Bonê yê Almanyayê, peyama sersaxiyê weşand. Suheyla Qazî di heman demê de keça Serokê Komara Kurd a Mahbadê ya hat weşandin  Qazî Mihemed e. 
 
Suheyla Qazî di 2010'an de beşdarî Kongra Jinên Kurd a li Amedê bibû û di wê demê de ji ajansa DÎHA'yê re wiha axivîbû: "Ez bi hesreta vegera welat im." Li gorî Meclisa Kongra Star, Suheyla zêdetirî 40 salan li sirgonê jiyaye.
 
Meclisê destnîşan kir ku dema pêşewa Qazî Mihemed di 31`ê Adara 1947`an ji aliyê desthilata Îranê ve hatiye darvekirin, Suheyla 7 salî bûye.
 
Meclisê ji malbata Suheyla Qazî Mihemed û şêniyên Rojhilatê Kurdistanê re sersaxî xwest û hevxemiya xwe nîşan da.