Ji Meclîsa Jinan a HDK’ê bo piştevaniyê stand

  • 18:05 25 Sibat 2023
  • Rojane
STENBOL- Meclîsa Jinan a HDK’ê bi armanca piştevaniya bi erdhejzedeyan li Îskeleya Beşîktaşê stand vekir.
 
Meclîsa Jinan a Kongreya Demorkatîk a Gelan (HDK) di çarçoveya bernameyên 8’ê Adarê de bi şîara ‘êş, hêrs, şîna me hevpare em ê bihev re şîn bibin’ li ber Îskeleya Beşîktaş a Kadikoy a Stenbolê ji bo jinên erdhejzede standa name û tovên nebatan vekirin. 
 
Jinan stand bi dirûşma ‘tu jî binivîse’ vekirin û jinan eleqeyek mezin nîşandan. Jinan di nîşeyên nivîsandin de diyar kirin ‘hunê tu car tenê nemeşin’.
 
Standên piştevaniyê yên HDK’ê wê li nokteyên cuda bidomin.