Ji Meclîsa Jinan a HDK’ê bo piştevaniyê stand 2023-02-25 18:05:36   STENBOL- Meclîsa Jinan a HDK’ê bi armanca piştevaniya bi erdhejzedeyan li Îskeleya Beşîktaşê stand vekir.   Meclîsa Jinan a Kongreya Demorkatîk a Gelan (HDK) di çarçoveya bernameyên 8’ê Adarê de bi şîara ‘êş, hêrs, şîna me hevpare em ê bihev re şîn bibin’ li ber Îskeleya Beşîktaş a Kadikoy a Stenbolê ji bo jinên erdhejzede standa name û tovên nebatan vekirin.    Jinan stand bi dirûşma ‘tu jî binivîse’ vekirin û jinan eleqeyek mezin nîşandan. Jinan di nîşeyên nivîsandin de diyar kirin ‘hunê tu car tenê nemeşin’.   Standên piştevaniyê yên HDK’ê wê li nokteyên cuda bidomin.