Li Qersê jinek û zarokê wê 7 roj in windayî ne

  • 12:53 17 Tîrmeh 2020
  • Rojane
QERS - Ji Figen Karadag û zarokê wê yên ku ji Stenbolê hatin Qersê ev 7 roj in agahî nayê girtin.
 
Ji Figen Karadag û lawê wê Mert Karadag ê 22 salî yên du hefte berê ji Stenbolê hatin Qersê ji 10'ê Tîrmehê vir ve agahî nayê girtin. Keça Figenê, Şeyda Meral Tekinguz muracatî polîsan kir û anî ziman ku ew ji dê û birayê xwe agahiyê nagirin. 
 
Ji Figen û Mert xebatên lêgerînê dest pê kir. Xebatên lêgerînê li Qers û bajarên derdorê dewam dikin.