Ji TJK-E: Şoreşa Rojava biparêzin

  • 12:42 17 Tîrmeh 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E'yê bi wesîleya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojava, ji bo çalakiyên di asta navneteweyî de bên lidarxistin banga tevlîbûnê kir.
 
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) ku bi minasebeta Şoreşa 15'ê Tîrmehê daxuyanî da, banga berxwedanê kir û wiha got, "Em salvegera şoreşa Rojava ku 19'ê Tîrmeha 2012'an dest pê kir, pîroz dikin. Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinê dest pê kir û bi berxwedana mezin a gelan nîşan da ku jiyaneke nû pêkan e, ji niha ve mohra xwe li sedsala 21'ê xistiye."
 
TJK-E'yê destnîşan kir ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û wiha hate gotin, "Dewleta tirk êrişên xwe yên li ser Rojava hîn jî dewam dike. Ev rejîma faşîst ku şoreşa li Rojava li dijî xwe weke gefekê dibîne, êrişên xwe yên qirêj bi rengekî bêsînor dimeşîne. Lewma li dijî van êrişên dagirkeriyê erka civakê ye ku bi taybetî ya jinan e ku şoreşa Rojava biparêzin û pêşî li dagirkeriyê bigirin. Ev erk bi qasî nan û avê hêja ye. Divê neyê jibîrkirin, parastina Şoreşa Rojava parastina jiyana wekhev, azad û bi rûmet e."
 
TJK-E'yê herî dawî bal kişand ser çalakiyên ku di 18-19'ê Tîrmehê de bi pêşengiya platformên enternasyonalîst ji bo parastina şoreşa Rojava li tevahiya cîhanê werin lidarxistin û bang li her kesî kir ku bi xurtî tevlî van çalakiyan bibin.