Derbarê Mansur Işik de bi daxwaza îxracê lêpirsîn hat destpêkirin

  • 12:35 17 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ENQERE - Endamên Meclisa Jinan a HDP'ê diyar kirin ku derbarê parlamenterê HDP'ê Mansur Işik ê ku tundî li jina pê re zewicandî bû kir de bi daxwaza bê îxrackirin lêpirsîn hatiye destpêkirin û gotin, "Em ê li dijî tundiya mêr a birêxistinkirî li her derê têbikoşin."
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbar lêkolîna ji bo parlamenterê DHP'ê yê Muşê Mansur Işik ku tundî li jina pê re zewicandî kir de daxuyanî da.
 
'Wê Mansur Işik îfadê bide'
 
Duh di saetên êvarê de, piştî ku nûçeya derbarê parlamenterê Mûşê Mansur Işik ê tundî li jina pê re hat zewcandî Ebru Işik kir hat weşandin, Meclisa Jinan a HDP'ê di daxuyaniya da de bi bîr xist ku wan derbarê Mansur Işik de lêpirsîn daye destpêkirin û di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Piştî lêkolîna me Lijneya me ya Dîsîplînê ya Navendî; beyana Ebru Işik a ewil esas girtiye û bi daxwaza îxrackirinê li ser serlêdana meclisa me derbarê Mansur Işik de bi daxwaza Îxracê lêpirsîn hatiye destpêkirin."
 
'Em ê bibin şopdarên pêvajoyê'
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çi dibe bila bibe li dijî tundiya li jinê helwesta wan diyar e û ev tişt hat gotin: "Ji alî kê de dibe bila bibe, em dibêjin ku em desturê nadin tunda mêr a li jinê dike. Li dijî serweriya mêr têkoşîna jinê wê li her derê berdewam bike. Jin ne tenê ne. Wekî Meclisa Jinan em ê bibin şopdarên pêvajoyê."