Ez bêdeng nemam lê kesekî dengê min nebihîst!

  • 10:12 17 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ÊLIH - Jina ciwan a 18 salî a ku piştî ji aliyê çawîşê pispor M.O. ve tecawizî wê hat kirin û  întîhar kir beriya wê bigihînin nexweşxaneyê ji dayika xwe re gotiye “Ez bêdeng nemam lê kes dengê min nebihîst û îro ez gelek mexdurim. Ji ber wê ji întîharê wedetir tiştek bi destê min nehat.”
 
Li navçeya Qubînê ya Êlihê jina ciwan a 18 salî ku piştî çawîşê pispor M.O. tecawizî wê kir û întîhar kir niha di nexweşxaneyê de ye û xeteriya wê ya jiyanê berdewam dike. Li gorî agahiyên ku me ji derdor û malatê girtine M.O beriya 20 rojan Î.E. li gundê Hemduniyê bi zorê li cem xwe girtiy, Tecawuz kiriye û demo ku Î.E. dixwaze gilî bike ji M.O. bi çekê gef lêxwariye. Li gorî agahiyên ku Î.E. dane M.O. jê re gotiye “Min bi dehan caran ev tişt kiriye. Kes nikare hesab ji min bixwaze. Ez te niha bikujim jî kes nikare xwe têkel bike. Tu hîn zêde bikî ezê te ji bibim Îzmîrê bifiroşim.” M.O. bi darê zorî piştre İ.E. dibe Îzmîrê. Ji wir ji Î.E. bi arîlîkariya kesekî vedigere malê. 
 
‘Me serî li her cihî da lê kesekî dengê me nebihîst’
 
Li vir ji keçik û diya xwe serî li hemû cihên berpirsyar didin. Diçin li qerqolê gilî dikin. Lewra encamek ji giliyên xwe nagirin. Li gorî agahiyên ku malbatê dane  wan serî li hemû rêyên çareseriyê dane. Lê kesek xwedî li wan dernaketiye. Hewiha dayika Î.E.  da zanîn ku keça wê 20 rojan li ber xwe da û kesek bi hewara wê ve nehatiye. Dayik dibêje ku herî dawî M.O. gef li malbatê jî xwariye. Dayikê anî ziman ku keça wê piştî van pêkanînan întîhar kiriye û got, " ÇawuŞ bawerî bi pişta xwe anî. Kesên bêdeng mane tev qatîlê keçika minin. Ma edalet ev e. Keçika min hewl da xwe bikuje hîna dewlet bêdeng e.”
 
'Kesekî dengê min nebihîst'
 
Daykê diyar kir ku piştî keça wê întîhar kiriye ew rakirine nexweşxaneyê û jê re wiha gotiye “Ez bêdeng nemam lê kesekî min nebihîst û îro ez gelek mexdurim. Êdî ji vê yekê wêdetir tiştekî ez bikim nema."
 
Tedawiya İ.E. li mexweşxaneyê berdewam e û xeteriya wê ya jiyanê berdewam dike.