Rojnamegeran lêdan xwarin

  • 10:09 17 Tîrmeh 2020
  • Rojane
DÊRSIM - Nûçegîhana ajansa me Oznur Deger û nûçegîhana MA'yê Ayşe surme di kêliya ku pevçûn di navbera malbatekê de derket lêdan û gef xwarin. Her wiha heqaret li wan hat kirin. 
 
Li Kuçeya Mogultay a Dêrsimê şev saet di 01.10'an de li ser bihîstina qêrîna jinan nûçegîhana me Oznur Deger û  nûçegîhana MA'yê Ayşe Surme çûn cihê bûyerê. Oznur û Ayşe ji aliyê ferdên malbatê lêdan û gef xwarin. Her wiha heqaret li wan hat kirin û ferdên malbatê dest dan ser telefonên wan. Bi mudaxaleya welatiyan rojnamegerên din jî ji destên ferdên malbata ku pev çînin hatin xelaskirin.