Havva Baran di bin dorpêçkirinê de hat definkirin

  • 10:08 17 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - Cenazeyê Havva Baran a HPG'yî ya ku di 2019'an de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbata wê ve ji Goristana Bajêr a Meletiyê hat girtin û li Goristana Yenikoyê hat definkirin. 
 
Cenazeyê Havva Baran (Amara Çiya) a HPG'yî ya ku di 5'ê Cotmeha 2019'an de di encama êrîşa hewayî de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbata wê ve ji Goristana Bajêr a Meletiyê hat girtin û li Goristana Yenikoyê hat definkirin. Ji bo testa DNA'yê malbata Havvayê di 2'yê Hezîranê de çûn Saziya Tipa Edlî ya Meletê û di 14'ê Tîrmehê de jî leşker li malbatê geriyan û xwestin ku cenazeyê xwe bên bigirin. Li ser vê yekê malbata Havvayê çûn cenaze ji cihê ku hatibû definkirin anîn û birin Amedê. 
 
Malbata ku cenazeyê xwe girt ji aliyê polîsan ve gelek carî li ser rê hat sekinandin û di kontrola GBT'ê de hatin derbaskirin. Cenazeyê Havvayê li Goristana Yenikoyê piştî vecîbeyên dînî hatin cih şûnde di bin dorpêçkirina polîsan û wesayetên zirxî de hat definkirin.
 
Beşdariya rêveberên MEBYA-DER'ê hat astengkirin.