Li Qoserê li dijî êrîşa zayendî meş hat lidarxistin
- 09:39 17 Tîrmeh 2020
- Rojane
MÊRDÎN - Ciwanên li Qoserê hatin gel hevdu li dijî êrîşa zayendî ya li Şirnex û Êlihê meş li dar xistin.
Ciwanên li Qoserê hatin gel hevdu li dijî êrîşa zayendî ya li Şirnexê ji aliyê çawişê pispor li du zarokan hat kirin û li dijî tecawiza çawişê pispor a li Êlihê meş li dar xistin. Ciwanan ji Qada Ugur Kaymaz meş dest pê kirin û heta Qada Azadiyê dewam kirin. Di meşê de dirûşma "Bêdeng nemîne tu bêdeng bimîne ew ê dor bê ser te " hat berzkirin.
Ciwanan bi dirûşman meş bi dawî kirin.