‘Ji bo şikandina tecrîdê jin dikarin rola pêşeng bilîzin’

  • 09:08 17 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Endama PM’ê ya HDP'ê Berna Çelîk da zanîn ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe jin dikarin rola pêşeng bilîzin û got tecrîd ancax bi têkoşîna jinê dikare bişkê.
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Ji 4’ê Nîsana 2011’an heta niha tecrîda giran didome û ji bo şikandina tecrîdê di 8’ê Mijdara 2018’an de bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li girtîgehan greva birçîbûnê hat destpêkirin û piştî vê hevdîtin pêk hat, lê dîsa berdewam kir.
 
Endama PM’ê ya HDP'ê  Berna Çelîk tecrîda li ser Abdullah Ocalan û têkoşîna jinan a li dijî tecrîdê nirxand.
 
‘Perspektîfan rola pêşeng da jinan’
 
Bernayê da zanîn ku perspektîfên Abdullah Ocalan rola pêşeng daye jinan û peyamên ji Îmraliyê hatin, wateya ku divê jin têbikoşin dan û got: “Perspektîfa ‘jin azad nebin civak jî azad nabe’ mîsyona pêşeng da jinan. Rola şikandina tecrîdê dîsa ket ser milê jinan.”
 
‘Jinan rola pêşeng girtin’
 
Bernayê her wiha di berdewamiya axaftina xwe bi lêv kir ku vê perspektîfê hem hêza hişyarbûnê hem jî şikandina zincîrê daye jinan û wiha berdewam kir: “Bi gotina ‘mêrê di dilê xwe de bikujin’ an jî ‘jinên bûne mêr’, pêşiya rola pêşengtiyê vekir. Bi sedsalan nêzîkatiyên weke ‘jin nikare li cem bavê xwe gotinê bêje’ hene. Nasnameyeke jinê ya di rolên zayendî de hatiye sînorkirin heye. Ev bi têkoşînê ji wê nasnameya zayendî derket û pêşiya têkoşîna jinê vekir.”
 
‘Rola şikandina tecrîdê dikeve ser milê jinan’
 
Bernayê daxuyakirin ku di têkoşîna azadiya jinê û têkoşîna azadiya Kurd de rola şikandina tecrîdê ketiye ser milê jinan û wiha pê de çû: “Jinan bi hêz û enerjiya ji tevgera azadiya Kurd girt, derket derveyê derî û vegeriya ser esasa xwe. Modernîteya kapîtalîst dema li Tirkiye û herêmê nasnameya jinê dinirxîne dikeve nêzîkatiyeke parçekirina civakê. Jin şîdetê dibînin, lê xwe di civakê de nikarin îfade bikin. Ev tenê bi perwerdehiyê nikare bê vegotin. Perwerde jî tenê li dibistanan nabe.”
 
‘Her peyam di serî de ji bo jinan e’
 
Bernayê destnîşan kir ku ya tê tecrîdkirin beden e û wiha dawî lê anî: “Her peyama ji Îmraliyê tê divê baş bê nirxandin. Her peyama tê dayîn di serî de ji bo jinan tê dayîn. Der barê ku ji têkoşînê dûr nekevin de ye. Qedexekirina pirtûk û gotinên Abdullah Ocalan nayê wateya ku nêrîna wî belav nabe. Qedexekirina nêrînê tê wateya ku ji wê nêrînê ditirsin. Tu kes nikare pêşî li têkoşîna ji bo azadiyê bigire. Hêviya me her tim heye.”