Îdîl Ugurlu: Divê xeta têkoşîn û piştevaniyê mezin bibe

  • 09:07 17 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
AMED - Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ugurlu bertek nîşanê girtin û binçavkirinan da û diyar kir ku têkoşîna jinê li hember faşîzmê asteng e û got divê xeta têkoşîn û piştevaniyê mezin bibe.
 
Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de di 14’ê Tîrmehê saetên sibehê de bi ser gelek malan de hat girtin. Di serdegirtinan de 23 jin 4 roje di bin çavan de ne. Berteka rêxistinên jinan a li dijî girtinan didomin. Jinên bertek nîşanê êrîşan dan, bang kirin kirin ku divê li qadan li dijî zextan rêxistinbûn mezin bibe.
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ugurlu jî bertek nîşan da û banga mezinkirina têkoşînê kir.
 
‘Desthilatdarî ji têkoşîna jinan ditirse’
 
Îdîlê da zanîn ku desthilatdarî bi awayekî sîstematîk êrîşê jinan dike û sedema vê jî ev e ku ji têkoşîna jinan ditirse. Îdîlê daxuyakirin ku têkoşîna jinan di heman demê de têkoşîna li Tirkiyeyê jî bi teşe kiriye û pêşengiya vê dike û wiha pê de çû: “Her jin ji pêkanîna AKP’ê re dibêje na tê binçavkirin. An jî tê girtin. Jin wê serî netewînin. Temehula AKP’ê li hember têkoşîna jinê tune, lê tehemula jinan jî ji pêkanîna AKP’ê re tune. Ev têkoşîn wê bidome.”
 
‘Divê têkoşîn mezin bibe’
 
Îdîlê her wiha daxuyakirin ku li hember jinên Kurd êrîşên mezin mijara gotinê ne û wiha got: “Di vê pêvajoyê de divê piştevanî hebe. Her jinên têkoşîna jinê dide divê li dijî girtin û binçavkirinên li Amedê bêje na. Divê têkoşîn mezin bibe.”
 
‘Têkoşîn li pêş faşîzmê asteng e’
 
Îdîlê destnîşan kir ku AKP di salên dawî de her diçe xwe bi otorîterî û faşîzmê dimeşîne û ev tişt anî ziman: “Bêguman astengiya herî mezin a li pêş faşîzmê têkoşîna jinan e. Peymana Stenbolê pêk nayê. Niha di rojevê de ye ku ji vê peymanê vekişin. Bi hinceta ku zarokan bi tecawizkaran re bidin zewicandin, tecawîzê sîstematîk dikin.”
 
‘Divê em ji gotinê derkevin û biçin çalakiyan’
 
Îdîlê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku jinan bi kedek mezin destkeftî bi dest xistine û wiha dawî lê anî: “Dixwazin jinan hepsê malê bikin û têkoşîna jinê ji holê rakin. Têkoşîna jinan ji bo xwe tehdîd dibînin. Divê xwedîderketina li jinan tenê ji aliyekî ve neyê kirin. Divê li dijî êrîşa li hember Komeleya Rosa û Rojbîn Çetîn, ji her derê bertek bê. Divê em ji gotinê derkevin û biçin çalakiyan.”