'Em edaletek bi rêk bû pêk dixwazin'

  • 09:05 17 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
STENBOL - Îsmet Şeker ji bo avakirina Kobanê çûbû û di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabû. Dîlek Şeker ji cihê ku bavê xwe oxir kiribû, axivî û got: “Ne 5 sal, 100 sal jî derbas be em ê tu car dest ji edaletê bernedin.”
 
Çeteyên DAIŞ’ê di 2014’an de êrîşê kantona Kobanê kirin û şervanên YPG û YPJ’ê li hember wan berxwedaneke mezin nîşan dabûn. Ji Elmanya, Awustralya, DYA û Îngîlîstanê ji bo li dijî DAIŞ’ê têbikoşe gelek kes çûn Kobanê. Navê Kobanê li cîhanê hat bihîstin û piştî berxwedana 133 rojan şûnde çeteyê DAIŞ’ê têk çû. 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê hat îlankirin û bi mîlyonan kes bi Kobanê re ketin piştevaniyê. 
 
Di vê pêvajoyê de bi hezaran kes herikîn Pirsûs a Rihayê
 
Di nav van de endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) jî hebûn. Ciwanên SGDF’î wê ji bo zarokan pêlîstok bibirana Kobanê, wê pirtûkxane çêbikirana. Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li ber Navenda Çanda Amara daxuyanî wê bidana û biketana rê. Lê li vir ji aliyê DAIŞ’ê ve êrîş pêk hat û 33 kesî jiyan xwe ji dest da, 105 kes jî birîndar bûn.
 
Yek ji kesên jiyana xwe ji dest da Îsmet Şeker yê 54 salî bû. Du zarokên Îsmet çûbûn Kobanê û wî jî xwest biçe.
 
Keça Îsmet, Dîlek Şeker di 5’emîn salvegera komkujiyê de, li kafeya ku bavê xwe oxir kir de hat cem me.
 
Di mehekê de sê mirin
 
Dîlekê got berê du birayên wê çûne Kobanê û birayekî wê di berxwedanê de jiyana xwe ji dest daye û got: “Dayika min piştî birayê min nexweş ket û jiyana xwe ji dest da. Bavê min jî dixwest biçe ser wê axê û me ew jî winda kir. Ji malbatê niha ez û xwişkek xwe mane.”
 
'Ew roj wekî cejnê bû'
 
Dîlekê daxuyakirin ku roja ku bavê wê û ciwan ji Stenbolê diçûn Pirsûsê, kelecanek mezin hebûye û wiha pê de çû: "Ew roj wekî cejnê bû. Kelecana wan nedihat vegotin. Ji bo ku wê ax û zarokên wir bidîtina gelek kêfxweş bûn. Li taxa Gazî her kesî alav kom kiribûn. Ev kelecan li Kadikoyê mezin bû. Hêviyek mezin hebû. Ez niha vedibêjim, gotin ji devê min dernayê. Mirov xemgîn dibin. Lê em malbatên Pirsûsê tu carî serî natewînin. Wê kujer rojekê hesab bidin. 32 mirov qetil kirin. Dayika Bahar, Ece, Buşra… Zirara wan ji kesî re tune bû. Di destê wan de tenê pêlîstok hebûn. Wê park çêbikirina.”
 
‘Agahiya bi êş hat’
 
Dîlekê ev tişt anî ziman: "Bavê min gihişt Pirsûsê li me geriya. Coş û xweşikahiya wir parve kir. Beriya teqînê em axivîn. Got ez di rêwitiyê de westiyame, piştî daxuyaniyê ez ê li bin siya darê razêm. Piştî daxuyaniyê du deqe şûnde agahî hat. Bombe teqiyabû."
 
'Em edaletek bi rêk bû pêk dixwazin'
 
Dîlekê balkişand ser pergala edaletê û wiha dawî lê anî: “Ez nagirîm, ez serî natewînim. Wê kujer rojekê derkevin holê. Ne 5 sal 100 sal jî derbas be ez dest ji edaletê bernadim. Bila edaletê pêk bînin. Em edaletek bi rêk bû pêk dixwazin.Ez bang li her kesî dikim ku di bîranîna komkujiyê de her kes ligel wan be. Ji bo Pirûsê bêjin edalet.”