'Dem dema serhildana gelan e'

  • 09:04 17 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Hêlîn Asmîn
 
QAMIŞLO - Endama Rêveberiya  Koordînasyina Jinê ya MSD 'ê Cewahir Birahîm Osman li ser geşedan û gefên dewlada tirk ên li ser Bakur û Rojhilate Sûriyeyê nirxandin kir û wiha got: "Ger dewleta tirk bixwaze pirojeya xwe li herêman pêk bîne, pêwist e  gelê wê herêmê serî hildin, ji ber dem dema serhildana gelan e. Bi berxwedan û serîhildana gelan ew ê pêşî planên dagirkeriyê bê girtin."
 
Di destpêka Şoreşa Rojevayê Kurdistanê de heta niha dewleta tirk bi hincetên cur bi cur  êrîşê Rojavayê Kurdistan û  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Armanca dewleta tirk ew e ku xwe di herême de bi cih bike. Dewleta tirk  û hevkarên girêdayî wê  niha jî gef li Herêma Firatê dixwin. Di vê derbarê de Endama Rêveberiya Koordînasyina Jinê ya Meclîsa Sûriyê Demokratîk (MSD) Cewahir Birahîm Osman ji ajansa me re axivî.
 
'Erdogan dixwazê Împratoriya  Osmanî  vegerîne'
 
Cewahir da zanin ku dewlata tirk êrîşî gelê herêmê dike û wiha pê de çû: "Dijminatiya dewlet û hikûmeta AKP 'ê  ne nû ye. Ji dîrokê heta niha her dem gefan li Gelê Kurd dixwe. Dewleta tirk ji bo berjewendiyên xwe dixwaze axa Rojavayê Kurdistanê  dagir bike, armanca wan jî vegera dîroka Împratoriya  Osmaniyan e. Ji bo vê li ber çavên hemû cîhanê  bi hezaran lîstokên qirêj li ser Rojhilata Navîn û bi taybet li ser Gelê Kurd dide meşandin.  Niha di cîhanê de qanûnên dewletan bi hevdû re hene, lê dewleta tirk ev  qanûnan jî bi cih nîne û tu sînoran li hemberê xwe nabîne û tu kes jî li hember van kiryaran dernakeve. Dewletên ewrûpa û rêxistinên mafê mirovan çavê xwe ji kiryarên dewleta tirk re digirin. Îrade û helwesta gel dikare desthildariyê têk bibe, ji ber vê pêwîst e gelê herêmê hemû hêz û îradeya xwe bike yek, têkoşîna xwe  hîn zêdetir mezin bikin û li hemberî dagirkeriyê berxwedana xwe bidomînin."
 
'Li dijî gefan dem dema serhildanê ye'
 
Cewahir di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser kiryarên dewleta tirk ên li ser Kurdistanê û wiha got:" Pirojeya hukumeta AKP'ê ne tenê li ser  Bakur û Rojhilatê  Sûriyê ye, di heman demê de li ser bingeha Misaqî-Milî tevahî Rojhilata Navîn digire dest. Niha jî li Behra spî, Mûsil û Libya şer dide meşandin. Dewteta tirk a dagirker  li ser heremê dagirkeriyê dide meşandin, gelê heremê jî bi darê zorê dide koçberkirin. Ger dewleta tirk bixwaze pirojeya xwe li herêman pêk bîne, pêwist e  gelê wê herêmê serî hildin, ji ber dem dema serhildana gelan e. Gefên dagirkeriya dewlata tirk ên li ser  Rojavayê Kurdistanê ne nû ne, her carê bi hinceta  Mîsaqê-Milî êrîşe  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û bêguman armanca Tirkiyeyê diyar e  û hemû cîhan jî dizane. Komên girêdayî dewleta tirk a dagirker cihê ku dagir kiriye li wir her roj kiryarên wek dizî, talanî, kuştin, revandin û guhertina demografiyê pêk tîne."
 
'Yên ku dagirkeriyê têk bibin jin e'
 
Cewahir herî dawî jî diyar kir ku wê hêz û îradeya jinê dagirkeriyê têk bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji destpêka şoreşê heta niha jin roleke sereke di nava civakê de dileyîze, ji bo wê jin her tim dibe armanca êrîşên dewleta tirk a dagirker. Di dema dawiyê de rayêderên AKP'ê di nava gotinên xwe de  dabûn diyarkirin ku  ew kengî jinê bê îrade bihêlin wê demê Şoreşa Rojava jî dê têk biçe, ji ber ku tirsa desthilatdariyê ya herî mezin jin e. Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jin di hemû warên wek siyasî, leşkerî û civakî de xwe bi rêxistin kiriye û jin bû pêşenga şoreşê. Yên ku dewleta tirk û Erdogan têk bibin jin in û wê îrade û hêza jinê bihêle ku dagirker têk biçe."