'Bi destpêkirina şoreşê re gavên dîrokî hatin avêtin'

  • 09:02 17 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) a herêma Firatê Dîcle Ehmed di derbarê 8'emîn salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê de wiha got: "Di 19'ê Tîrmeha 2012'an de Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêk hat û çirûska wê ji Kobanê dest pê kir. Di wê demê de tevî derfetên kêm heta astekê dîmenên destpêkê yên şoreşê hatin weşandin."
 
Pêngava serhildan û şoreşê di dawiya 2010'an û destpêkirina 2011'an li welatên Ereban ên wek Lîbiya, Tûnis, Cezayir û Yemenê hatin destpêkirin. Bi armanca gel bibe xwedî hêza xwe ya bingehîn li dijî desthiladaran serî hildan. Hêza gel hebûna desthiladaran şikandin û gel bû xwedî vîneke azad. Di 19'ê Tîrmeha 2012'an de cara yekemîn gelê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê li dijî pergala rêjîma BAAS'ê radibe serhildanê û pergala heyî têk dibe. Saziyên dewletê yên fermî hemû dikevin destê gel. Êdî pêla serhildanan xurt dibe û çirûska wê li bajarên din yên kurdan li Rojavayê Kurdistanê belav dibe. 
 
Bi giştî bajarên kurdan di navbera 19, 20,21,22 û 23’yê Tîrmeha  2012'an de ji serdestiya rejîma BAAS'ê hatin rizgarkirin. Bi têkoşîn û berxwedana Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re jinên Kurd bûn hêza sereke ya avakirina şoreşê. Wek ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dibêje "Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye". Jinên Rojavayê Kurdistanê xwedî li vê gotinê derketin û pêngavên dîrokî di herêmên rizgarkirî de avêtin. Bi şoreşê re jinan li gelek deveran rêxistinên xwe dan avakirin. Ne tenê bûn xwedî rêxistin di heman demê de bûn xwedî artêşa bi hêz. Li her deverê têkoşîna azadiya civak û jinan dan meşandin. Jin bûn xwedî nasnameyên azad û îro jî li her devera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin hêza sereke di civakê de ne. Xeta çapemeniya azad li her deverê pêş ket û bû dengê şoreşê. Piştî avabûna şoreşê û şûn de gelên li vê herêmê bûn xwedî vînek azad û hemû pêkhate bi awayekî wekhev û bi hevdu re li ser vê xakê dijîn. Di derbarê 8'emîn salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, pêşketin, guhertin û veguhertinên di nava 8 salan de hat çêkirin. Têkildarî mijarê Hevseroka Meclisa Edaletê ya herêma Firatê Nesra Xelîl û Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) a herêma Firatê Dîcle Ehmed ji ajansa me re axivîn.
 
'Di hundir şoreşê de me xeta sêyemîn ji xwe re esas girt'
 
Nesrayê wiha behsa şoreşa Rojava kir: "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê çirûska xwe ji Kobanê dest pê kir. Bingeha şoreşê pêkanîna projeya Netewa Demokratîk e, li ser  esasê wekhevî, azadî, demokrasî û parastina mafê hemû pêkhateyan şoreş hat lidarxistin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hundir şoreşê de xeta sêyemîn ji xwe re esas girtin, li ser wî esasî di hemû qadên jiyanê de kar û xebat tê meşandin. Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê hat ragihandin, gel êdî dest bi xwe rêvebirinê kir, li Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat ragihandin û li gor herêman kar û xebat dide meşandin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa jinê tê nasîn, ji ber jinan roleke sereke di şoreşê de lîstin û di her milî de cihê xwe girtin. Di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser herêmê de jinan bi hêz, berxwedan û vîna xwe DAIŞ têk bir. Piştî şoreşê bi avakirina komîteyan re, komîteya Edaletê jî hat avakirin û bi pirsgirêkên gel re mijûl dibû. Paşê li ser esasê parastina wekhevî û edaletê di nava civakê de dadgeh hatin avakirin û pirsgirêkên gel çareser dike. Di heman demê de li ser avakirina pergala edaleta civakî û avakirina wekhevî ya di navbera herdu zayendan de nîqaş dihatin kirin. Piştî demek kurt li hemû herêman edaleta civakî hat avakirin û di hundir pergala edaleta civakî de rola jinê pir girîng bû. Mafê jinê di hemû qadan de tê parastin."
 
'Têkoşîn û berxwedana me ji bo pêkanîna wekheviyê berdewam e'
 
Nesrayê ragihand ku mala jinê bi edaletê ve girêdayîye û wiha berdewam kir: "Em dikarin bibêjin ku mala jinê bi xwe saziya edaletê ye. Ji ber bi dozên jinê re mijûl dibe û di heman demê de çareser jî dike. Bi armanca parastina mafê jinan a ji aliyê rêxistin û saziyên jinan ve zagon hat derxistin, meclisa edaletê jî çi dozên jinan hebin li gorî wan zagonan tev digere. Di dîwana edaletê de jî jin cihê xwe digirin û li ser esasê wekhevî û demokrasiyê tev digerin. Meclisa edaletê ya giştî û ya jin bi awayekî dilnizmî bi hev re kar û xebatê didin meşandin. Meclîsa edaletê ya jinê rol û erka xwe ya sereke ya rêxistinkirina jinan a di nava edaletê de, avakirina zanebûneke zagonî, perwerdekirina jinan a li ser esasê zagonên jinê û parastina mafê wan, derdixe pêş. Di navbera sîstama edaletê ya me û ya Rêjîma BAAS'ê de ferq û cudahî pir e. Dema ku Rêjîm deshilatdar bû mafê jinê tune bû, yên heyî jî dihat binpêkirin. Jinan nikaribû ji dadgehê doza mafê xwe bike ji ber ku mafê wê nedihat parastin. Meclîsa Edaletê mafê jin diparêze, jin wek cihê çareseriyê nêzê dibin, ji ber ku rêxistin û saziyên jinên herêmê bi erka xwe ya rêxistin û perwerdekirina jinan radibin, êdî jin di wê ferqê de ne ku ji bo parastina mafê wan zagon hatine derxistin û dema ku doza mafê xwe dikin dibînin ku dîwana edaletê mafê wan diparêze û pişgiriya wan dike. Wek jinên di hundir saziyên edaletê de ji bo tam pêkanîna wekhevî ya di navbera jin û mêr di hemû qadan de têkoşîn û berxwedana me berdewam e."
 
'Şoreşa Rojava ji bo me wek ronahiyekê bû'
 
Dîcleyê di 8'emîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de hemû şehidên azadiyê bi bîr anî û wiha got: "Wek ragihandin di destpêka şoreşê de hin zehmetiyên weke  ji aliyê hejmar, teknîk û çawa tevger bikin de hebû. Rêjîma BAAS'ê zext li ser me dida meşandin, ji ber vê hejmara me pir kêm bû û me bi dizî kar dikir. Bi dehan rojnemevan ji aliyê Rêjîma BAAS'ê ve hatin binçavkirin û girtin. Wê demê kar dihat meşandin lê di asteke pir lawaz de bû. Destpêka şoreşê gel li dijî Rêjîma BAAS'ê meş û çalakî li dar dixistin, wek ragihandin em jî bi erka xwe radibûn û bi awayekî veşartî çalakî dihatin şopandin. Zextên Rêjîmê ne tenê li ser Ragihandinê hebûn di heman demê de gel jî zor û zehmetî dikişand, ziman, çand û hebûna civakê hatibûn tunekirin û bê maf dihatin hesibandin. Êdî gel dijî Rêjîmê derket, di 19'ê Tîrmeha 2012'an de Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêk hat û çirûska wê ji Kobanê dest pê kir. Di wê demê de tevî derfetên kêm heta astekê dîmenên destpêkê yên şoreşê hatin dayîn. Wê demê malper, tv û ajansên me pir kêm bûn, tenê ajansa ANF'ê hebûn me ji wan re kar dikir. Bi damezrandina şoreşê re êdî gel xwe bi rêxistin kirin û saziyên xwe ava kirin. Ji bo me jî wek ronahiyekê bû ku êdî bi awayekî aşkere kar bikin."
 
'Çapemeniya xweser di Şoreşa Rojava de gavên girîng avêt'
 
Dîcleyê da zanîn ku beriya Şoreşa Rojava bi dehan şoreş pêk hatin, lê ji ber ku wê demê ragihandin tune bû ew şoreş nedihatin belgekirin û wiha domand: "Em bi şans in ku Şoreşa Rojava û destkeftiyên gel hatin belgekirin û şoreşa me li cîhanê deng veda. Pêşketinên di şoreşê de hatin bidestxistin, gavên hatin avêtin me wek ragihandin şahidiya wan kir û kêlî bi kêlî me şopand. Di heman demê de destkeftiyên ku jinan di şoreşê de bi dest xistin hatin şopandin, wek akademiyên xweser, saziyên jinan hatin vekirin, hêza YPJ'ê hat avakirin, di milê diplomasî, çandî û civakê de xwe pêş xistin. Destpêkê di xebatên me de kêmasî hebûn, ji ber ku me karê rojnemevantiyê nekiribû, lê piştre akademiyên me hatin avakirin û bi dehan xebatkarên çapemeyên kurd û ereb di akademiyan re derbas bûne û cihê xwe di saziyên ragihandinê de digirin. Bi pêşxistina kar û xebatên civakî re karê me jî berfireh bû, êdî saziyên me hatin avakirin, hejmara xebatkarên jin zêde bû. Nêzî %70 ye, bi dehan ajans, radyo, rojname û tv bi Şoreşa Rojava re hatin vekirin, bûn deng û rûyê şoreşê, bi taybet jî çapemeniya xweser di şoreşê de gavên girîng avêtin."
 
'Em ê her tim bibin dengê jina têkoşer û berxwedêr'
 
Dîcleyê bal kişand ser girîngiya raghandinê û wiha dawî li gotina xwe anî: "Wek zarokên vî welatî, xwediyê vê şoreşê ji bo me şansek e ku em dengê vî gelî radigihînin. Her wiha em bûn şahidê berxwedana Kobanê û xebatkarên me roleke girîng di vê berxwedanê de lîstin. Heta roja me ya îro jî kiryar û binpêkirinên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin em ji cîhanê re radigihînin. Di oxira dengê rastiyê de bi dehan rojnemevan  gihiştin asta şehadetê wek Dilîşan, Rizgar, Mustefa û Seîd. Dema ku heveleke/î me şehîd dibe em soz didin wan ku em ê li ser şopa  wan bin û heta kêliya dawiyê dengê rastiyê ragihînin. Di van demên dawiyê de me Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandin, ji bo me gaveke dîrokî ye û ev yek jî destkeftiyên şoreşê ye. Em ê her tim bibin dengê jina berxwedêr, têkoşer, bibin dengê rastiyê û li ku derê berxwedan û şoreş hebe wê berê kamereya me li wir be."