Li Şehbayê Ofîsa Jinê ya MSD’ê komcivînek li dar xist

  • 15:58 16 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Têkildarî aloziya li Sûriyeyê Meclîsa Sûriya Demokratîk ya Efrîn û Şehbayê li navçeya Fafînê ya Şehbayê komcivînek li dar xist.
 
Li hember kiryarên tirkiyê û bêdengiya cîhanê derbarê rewşa gelên Sûriyê de û bi taybet gelê Efrînê  bi dirûşma ”Tûnebûna rola Rêxistinên Mirovî di dagirkrina Efrînê de” Meclîsa Sûriyê Demokratîk ya Efrîn û Şehbayê komcivînek li dar xist.  Komcivîn bi tevlîbûna Kongreya Star, Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê, hemû partiyên siyasî yên li Şehbayê, Yekîtiya Jinên Êzidî, Têkiliyên Diplomasî, nûnerên saziyên civaka sivîl û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêk hat. Hola komcivînê bi wêneyên pakrewanên komkujiya Tel Rifatê û pakrewanên azadiyê, her wiha pankartên bi nivîsa” Em êrîşên dagirkeriya tirk li ser kantona Efrînê şermezar dikin” hat xemilandin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên  azadiyê, xala yekemîn ji komcivînê li ser bêdengiya navneteweyî û Rêxistinên Mirovî li hember kiryarên ku derheqê gelê Efrînê de tên meşandin ji aliya Endama Ofîsa Jin a MSD’ê Lemiye Xelef ve hat şîrovekirin.
 
Derbarê xala yekemîn de ev tişt hat gotin: ”Deskeftiyên ku di Efrînê de hatin bidestxistin bû armanca  pilanên dagirkeriyê, lewra  dewleta tirk bi riya çeteyên xwe yên bi navê Artêşa Azad êrîşî Efrînê kirin. Rojane ev kiryar tên meşandin, ji ber ev pilan gelek armancên  xwe yên veşartî  hene. Li gor vê xalê deriyê nîqaşê ji beşdarvanan re hat vekirin.
 
Piştre xala duyemîn ser Tekoşîna jina Efrînî di herdu qonaxên Berxwedana Serdemê de ji aliyê Endama Ofîsa Jinê ya MSD’ê şaxa Efrînê Dîcle Mistefa ve hat xwendin.
 
Xala duyemîn helwesta jina Efrînê li hember hêzên dagirker anî ziman û wiha hat gotin: ”Di pêvajoya dagirkirina Efrînê de jina Efrînê xeta tekoşînê hilbijart û bi hemû hêza xwe li hember dewleta tirk a dagirker sekinî.  Heya 58 rojan jina Efrînî bi hemû cureyên destekdayinê li kêleka şervanên xwe şer kirin û tevî  rewşa koçberiyê  jî ya ku niha tê de dijî, her  li ber xwe daye. Tenê hêviyên jina Efrînê ew in ku vegerin ser axa xwe. Derbarê vê xalê de jî ser qehremaniya jina Efrînî beşdarvanan nîqaş kirin.   
 
Xala sêyemîn ji komcivînê ser  kiryarên dewleta tirk derheqê jinên di Efrînê de bû  û ev xal ji hêla Endama Ofîsa MSD’ê şaxa Şehba Dûaa Bûzan ve hate xwendin.
 
Di xala sêyemîn de wiha hat gotin: ”Jiyana jinan di Efrînê de veguheriye zindanê, tê zanîn ku dewleta tirk a dagirker zîndan ji bo jinan çêkirine mîna zîndana Maratê, Navenda berê a Rojnemeya Ronahî veguharandin zîndanê, zîndanên Polîsa Leşkerî, Polîsa Sivîl, zîndanên gundanan, Polîsa Ewleyî û Bab û li gorî çavkaniyan 250 jin di zîndanên dagirkeriya tirk de hene, her wiha 50 jin di zîndana Raî de ne. Dîsa jî dewleta tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê hemû cureyên hovîtiyê derheqê jinan didin meşandin.”
 
Nîqaş derbarê vê xalê de hate kirin.
 
Komcivîn bi dirûşma” Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.