Komeleya Mafê Mirovan têkildarî qutkirina ava çemê Firatê daxuyanî da

  • 11:31 16 Tîrmeh 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Bi armanca şermazarkirina qutkirina ava çemê Firatê ya ji aliyê Dewleta tirk ve pêk tê, Komeleya Mafê Mirovan daxuyanî da. 
 
Dewleta tirk kiryarên xwe yên li dijî vîna mirovan berdewam dike. Bi armanca şermezarkirina qutkirina ava Çemê Firatê ya ji aliyê dewleta tirk ve tê kirin, Komeleya Mafê Mirovan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bi dehan endamên sazî û dezgehên civakî beşdar bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan a Herêma Firatê  Nesrîn Elî hat xwendin. 
 
Daxuyanî wiha bû:
 
”Ji bo saziyên civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan, kiryarên dewleta tirk yên li hember mirovahiyê, gelê herêmê û bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne. Ev kiryar li pêşiya çavê tevahî cîhanê diqewimin bê ku tu kes dengê xwe bike, bedengiya we jî  diyar dike ku hûn jî şirîkê van kiryaran e. 
 
Dewleta tirk hemû cureyên çekên qirêj li ser gel de bi kar anî, ji bo ku sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tengav bike û wan ji jiyana bi ewle ya ku heye bê par bihêlin, van kiryaran pêk tîne. Herî dawî jî birîna ava Firatê ye, hikûmeta Erdogan hevpeymanên herêmî û navnetewî yên ji bo parvekirina ava çemê Firatê îmze kiribû bin pê dike. Ava Çemê Firatê ev demeke ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye qutkitin, ev yek jî bandorê li ser jiyana welatiyên herêmê û yên ku li derdora çemê Firatê dijîn dike. 
 
Di sala 1987'an de Sûriy û Tirkiyeyê bi riya hevpeymanekê li hev kirine ku divê Sûriye di saniyê de 500 M.t  kûp av bigire. Lê dewleta tirk van hevpeymanan û zagonan bin pê dike.  Asta ava Firatê daxistiye 200 M.T kûp di saniyê de. Dewleta tirk dixwaze kaniya jiyana mirovan bide rawestandin. Heman tişt li Herêma Cizîrê jî tê kirin. Ava Elokê qut dike û gelê herêmê bi zehmetiyên jiyanî re dihêlê.  Bi qutbûna avê re şer û mercên jiyanê zehmet dibin.
 
Em weke Komelya Mafê Mirovan ya Herêma Firatê van kiryarên dijmirovî yên dewleta tirk şermezar dikin. Divê zext li dewleta tirk bê kirin ku dev ji van kiryarên hovane berde. Jiyana mirovên herêmê di nava xeteriyê de ye.”