Meclîsa Jinê ya HDP'ê: Tundî ji ku tê bila bê em ê li dijî wê bisekinin

  • 11:11 16 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ENQERE - Meclîsa Jinê ya HDP'ê bertek nîşanî tundiya Parlamenterê Mûşê Mensur Işık li Ebru Işık a pê re zewicî kir, bertek nîşan da û got:"Tundî ji ku tê bila bê em ê li dijî wê bisekinin."
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî êrîşa Parlamenterê Mûşê Mensur Işık li Ebru Işık a pê re zewicî kir, daxuyaniya nivîskî da. 
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin divê beyana jinê esas bê girtin û lêkolîna pêwist bê kirin û wiha hat gotin:"Em wekî Meclîsa Jinê ya HDP'ê li dijî hemû êrîşan disekinin. Tundî ji ku tê bila bê em ê li dijî wê bisekinin. Em dibêjin bila lêkolînên derbarê bûyerê de bên kirin."