Dayika zaroka êrîşa zayendî lê hat kirin: Bila sûcdar bên cezakirin

  • 10:30 16 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Li navenda Şirnexê çawişê pispor ê bi navê Aslan A. yê ku êrîşa zayendî li zarokekê kir ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Zarokê û malbata wê tiştên jiyana rave kirin. Malbatê xwest bersûc bê darizandin. 
 
Li navenda Şirnexê, Çawîşê Pispor Aslan A. yê li 1’emîn Tûgaya Kumando ya Leşkerî erkdar e, li dijî zarokekê êrîşa zayendî pêk anî. Piştî ku zarokê kir qêrîn, cîran reviyan cihê bûyerê û zarok xilas kiribûn. Piştre welatiyan bersûc Aslan A. girtin û lêdan. Piştî ku polîs hatibûn cihê bûyerê  Aslan A. kiribûn bin çavan.  Aslan A. yê hat binçavkirin piştî li Midûriyeta Polîsan îfade da şûnde sewqî Edliyeya Şirnexê hat kirin. Dozgerê îfadeya Aslan  A. girt, bi sûcdariya “Îstîsmara zayendî” û “Bi çekê gef xwarin” û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Şirnexê kiribû. Dadgehê duh êvarî derbarê Aslan A. de biryara girtinê da û şand girtîgehê.
 
Ji bo di derbarê bûyerê de lêkolîn bikin em çûn cihê bûyerê. Dema mirov dikeve taxê mirov hêst dike ku tirs û fikarek mezin di dilê gel de heye. Ji bo derbarê bûyerê de agahî bigirin em di taxê de me esnaf, jin û gel ziyaret kir. Welatiyan ji ber bûyera ku qewimiye bertekên xwe nîşan dan û fikarên xwe jî anîn ziman.
 
Di derbarê bûyerê de ajansa me ku lêkolîn kir, xwe gihand hem zaroka rastî êrîşa zayendî hat, hem malbata wê û şahidên bûyerê. 
 
Aslan A. êrîşa zayendî li dijî du zarokan kiriye
 
Zaroka ku rastî êrîşa zayendî hat, tiştê ku jiyaye bi van gotinan anî ziman: “Em bi cîranên xwe re li baxçe rûniştibûn. Tevlî hevala xwe ez çûm malê ji bo paste bînim. Dema min hewl dida deriyê malê vekim min hês kir ku kesekî dest daniye ser sitûyê min. Min got qey hevala min e. Çawa ku min serê xwe zîvirand min dît ku kesekî nasnakim e û di wê navberê de çavên min tarî bû. Piştre wî kesî xwe avêt nava min û min bi ber bi xwe ve kaş kir. Ez li dijî wî derketim û min xwe paşve kişandi. Piştre heman tişt li hevala min jî kir û wê jî xwe paşve kişand û me bi hevre kir qêrîn. Dema me kir qêrîn çend kes hat ba me û em hatin baxçe me ji cîranên xwe re jî gotin.”
 
‘Em gelek bi fikar in’
 
Dayika zarokê ku rastî êrîşa zayendî hatiye, fikar û tirsa xwe anî ziman û wiha got: “Keça min ji bo ji malê paste bîne bi hevala xwe re diçe. Cîranên me saet dora 12-12.30'an bû li baxce rûniştibûn. Kiryar pêşî dest dide sitûyê keça min û piştre nava wê û ber bi xwe ve kaş kiriye. Lê keça min û hevala wê xwe paşve dikişînin û dikin qêrîn. Li ser qêrîna zarokan kiryar ji cihê bûyerê direve. Piştre me li qamerayan nêrî û kiryar tespît kir. Piştre hemû kes derketin kolanan û li wî geriyan. Me kiryar di sîteya Şaran a 2'yan de di hundirê erebeyê de xwe veşarti bû dît. Piştre wî derdixin û linç dikin. Piştre polîs hatin cihê bûyerê û kirin bin çavan. Xwezî wî bikuştana. Cîhan ew ê ji mirovekî qirêj xilas bibûya. Em gelek bi fikar in. Em êdî nikarin zarokên xwe derbixin derve. Ev kesên xwedî fikrên qirêj in êdî dikarin bikevin hundirê malên me jî. Ev jî hemû ji ber bêcazabûnê ye. Me di derbarê wî kesî de serlêdana sûc kir û hat girtin. Ji bo cezayê herî giran bigire çi ji destên me bê em ê bikin. Îro ev tişt hat serê zaroka min dibe ku sibehê bê serê zarokekî dinê. Li dijî van bûyeran em bêdeng nemînin.”
 
‘Me kiryar dît û di taxê de lê da’
 
Şahidê ku nexwest navê xwe bide, bi lêv kir ku piştî bûyera hat jiyîn şûnde li taxê tirs û fikar çêbûne û wiha behsa tiştên dîtiye kir: “Piştî qêrîn û bûyerê me li  zarokan guhdar kir şûnde me di qamerayan de li wî kesî nihêrt û me dît ku em vî kesî nas nakin. Me dîmenê wî kesî girt û piştre dest bi lêgerînê kir da ku em wî kesî bibînin. Beriya bûyer pêk bê jî çeka wî li kêlaka wî û bi awayekî rehet di baxçe de geriyaye û ketiye avahiyê û derketiye. Her wiha ev kes beriya vê bûyerê pêk bîne erebeya xwe li sîteya Şaran a 2' yan parq kiriye û piştî bûyerê çûye li wir di erebeyê de xwe veşartiye. Em çûn wê derê û me ew ji erebeyê derxist û me bi welatiyan lê da. Piştre polîs hat cihê bûyerê û ew kirin bin çavan. Her wiha beriya bûyerê ev kes di baxceyê sîteyê de geriyaye. Jinên ku li wir rûniştine jê pirsîne tu yê biçî mala kê. Wî jî gotiye ku ez ê biçim qatê 5’emîn. Li ser vê yekê jinek ketiye nav fikaran, ji ber ku ew kes jî di heman qatê de ye lê belê ew kes nas nekiriye. Li ser vê yekê kiryar ji wir diçe û dikeve kolanekê û disekine.Vî kesî baweriya xwe bi çeka xwe aniye û hatiye heta mala me. Niha di derbarê vî kesî de lêkolîn hatine destpêkirin ku bi kesî din re ketiye nava têkiliyê yan na. Ji ber vê bûyerê hizûra me êdî nema. Em tim di nav fikaran de ne. Em tim bi fikaran dijîn.”
 
‘Em ê nehêlin ku bûyer bê binpaçkirin’
 
Şahidekî din ê ku nexwest navê xwe bibêje wiha got: “Min dît ku kesekî xerîb ketiye sîteyê û digere. Me di qamerayan de jî dît ku ev kes li baxçe bi saetan rûniştiye. Piştre min dît ku ev kes dertê qatên jor. Min jê pirsî tu yê biçî ku derê? Ji min re got ez ê biçim qatê 8’emîn. Min jê re got li vir qatê 8’emîn tune ye û piştre got ez  ê biçim qatê 9’emîn. Min jê re got qatê 9’emîn jî tune ye û ev bi tenê 7 qat in. Piştre min bera wî da û derket çû. Ez ketim nava fikaran. Ji ber ku kesekî xerîb nakeve û nikare bikeve avahiya me. Dema em kesekî xerib bibînin jî em lê dipirsin. Em ê bibin şopdarê bûyerê. Em ê nehêlin ku bûyer bê veşartin. Di vir de kêmasiyên me  jî henin. Divê li hember van bûyeran em bêdeng nemînin. Em wek malbat ji ber vî tiştî gelek ne rehet in û bi fikar in. Em êdî nikarin zarokên xwe derbixin kolanan. Em dixwazin ku cezayê herî giran li vî kesî bê birîn. Dibe ku sibehê tiştên nebaş bên serên zarokên me.”