Şêniyên bajarê Dêrikê li dijî êrîşan meşiyan
- 09:55 16 Tîrmeh 2020
- Rojane
QAMIŞLO - Şêniyên bajarê Dêrikê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xaka Başûrê Kurdistanê daketin qadan û bi meşeke girseyî helwestên xwe nîşan dan.
Li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha li ser Herêmên Başûrê Kurdistanê Heftenîn, Xakûrk û Qendîlê şêniyên bajarê Dêrikê yê girêdayî Kantona Qamişloyê daketin qadan û meşeke girseyî li dar xistin. Meş ji Qada Azadî dest pê kir û li Qada Şehîdan veguherî mîtîngê. Di nava meşê de wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hatin hildan.
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hat kirin.
Li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mûtî Omer êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got:” Wek ku em dizanin dewleta faşîst a tirk her tim kurdan ji xwe re dike hedef, êrîşên ku îro li ser axa me tê kirin em şermezar dikin. Dewleta tirk dixwaze ku me qir bike. Em ê her tim li ber xwe bidin û têkoşîna xwe mezin bikin.”
Meş bi dirûşma “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.