Hayriye Turkekul: Çi dibêjin bila bêjin ez dev ji doza xwe bernadim

  • 09:35 16 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED -  Hayriye Turkekul a ku 70 salî duh serbest hat berdan. Hayriye, diyar kir ku 45 sal in di nava zilm û zordariyê de dijî û got: "Lê çi dibêjin bila bêjin, çi dikin bila bikin ez dev ji doza xwe bernadim û ez ne poşman im jî. Rêya zarokên min rêyeke rast e. Ew dewleta ku dayikek 70 salî re ewqas dijûn û heqaretan bike divê kurd ji vî dewletê tiştek hêvî neke." 
 
Di 14'ê tîrmehê de li Amedê 23 jin hatin binçavkirin û 3 roj in jî li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin. Polîsan Hayriyeya 70 salî ji bo ku îfadeya wê were girtin sewqî edliyê kiribûn. Hayriyeya ku bi gopal birine edliyê û îfadeyê wî girtine. Piştî ku dozger îfadeya wê girt, bi şerta kontrola edlî sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê kir. Dadgehê jî bi qedexeya derketina derveyî welat Hayriyeyê berda. Hayriye ji ber beşdariya çalakiyan û li ser navê "rêxistinê xebitînê xebitiye" hatibû sûcdarkirin. Hayriyeya ku serbest hat berdan ji ajansa me re axivî. 
 
Hayriye wiha behsa serdegirtina polîsan kir: "Ez li gund bûm. Gelek polîs bi çekan bi ser mala min de girtin û bang li min kirin. Piştre jî malê geriyan. Wêneyên du zarokên min ên şehîd ketibûn kişandin. Me nedizaniya ji bo çi hatibûn. Haya min ji tiştek tune bû. Piştî gotin ku di Komeleya Jinan a Rosayê de qeyda te heye min binçavkirin û birin Licê yê. 2 saetan ez li vir mam. Serê min gelek dêşiya û min av ji wan xwest lê nedan. Polîsan wêneyên zarokên min dinêrin û digotin ev 'terorîst' in.  Ez bi wî awayî bi bastona xwe bi saetan sekînim. Piştre min anîn Amedê û min birin bi dehan cihan. Min ji wan re got ez nexweşim û nexweşiya min a dil heye. Lê belê guhdar nedikirin. Di serî de polîsan min bir qerekola Rezanê û ez şevek li vir mam."
 
‘Heqaretê li min kirin' 
 
Hayriyeyê diyar kir ku li qereqolê heqaretê li min kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji min re gotin te dijûnê li polîsan kiriye. Her wiha gotin tu çûyî Enqereyê jî. Bi wî awayî sed dosya tijê kiribûn. Dema greva birçîbûnê de sê zarokên min girtî bûn û di greva birçîbûnê de bûn. Ez ji bo zarokên xwe çûm Enqereyê û min ji cihên eleqedar re got zarokên min li ber mirinê ne. Dema min behsa vê mijarê kir polîsan heqaretê li min kir. Min jî dijûn li wan kirin. Lê belê ez mafdar bûm. Ji bo çi dayikekê 70 salî re ewqas dijûn û heqaretê dikin. Ma qey çi mafê wan heye ku heqaretên bi vî rengî bikin. Zarokek min 25 sal in girtiye. Polîsan ji bo 2 zarokên min gotin 'zarokên te terorîstin' Min ji wan re got hemû sûcê we ye û zarokên min ne 'terorîs' in. Zarokên min xwenda û zana bûn li dijî zilm û heqaretê çûn." 
 
‘Divê kurd ji vî dewletê tiştek hêvî neke' 
 
Hayriye bal kişand li ser êrîşên li hemberî dayikan û wiha dom kir: "Li ser dayikan ewqas êrîş pêk tînin û zilmê dikin. Dinya êdî ji kurdan re nema ye. Di cîhanê de tu dewlet aliyê kurdan nake. Ger ku kurd hinek bifikirin divê dev ji îxanetiyê berdin û bila êdî namûsan xwe bi pereyan nefiroşin. Ew dewleta ku dayikek 70 salî re ewqas dijûn û heqaretan bike divê kurd ji vî dewletê hêvidar nebe." 
 
‘Ez dev ji doza xwe bernadim’
 
Hayriye wiha dawî li axaftina xwe anî: "45 sal in ez di nava zilm û zordariyê de me. Min zarokên xwe bê bav xwedî kir. Li ser me gelek zext û zordarî hebûn. Zêde îşkenceyê li zarokên min û hevjînê min kirin. Hemû zarokên min ji ber îşkenceyê berê xwe dan çiyê. Zarokên min gelek zanabûn. Zarokên min ên ku şehîd ketin jî rojê sê caran îşkence li wan dihat kirin. Min gelek feqirî û zordestî dît lê ez bi zarokên xwe serbilindim. Ki çi bibêje bila bêje jî ez dev ji doza xwe bernadim û ne poşman im. Rêya wan rêya rast e.”