‘Peymana Stenbolê nikare bê nîqaşkirin’

  • 09:08 16 Tîrmeh 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Seroka Baskê Jinan a CHP’a Mêrdînê Aygul Kiliç diyar kir ku nîqaşkirina Peymana Stenbolê nayê qebûlkirin û got rakirina peymanê wê bibe sedema kuştinên jinan.
 
Nîqaşên der barê rakirina Peymana Stenbolê de didomin û bertekên jinan jî li dijî vê mezin dibin. Seroka Baskê Jinan a CHP’ê ya Mêrdînê Aygul Kiliç jî bertek nîşan da û got wê destûr nedin vê yekê û xwedî li Peymana Stenbolê derkevin.
 
Aygulê daxuyakirin ku di rewşa ku peyman bê vekişandin wê kuştin û şîdeta li ser jinan jî zêde bibe û got: “Jin têkoşîna vê yekê li her derê didin. Peymana Stenbolê di alî pêşîgirtina şîdeta li ser jinê de peymaneke girîng e. Kuştinên jinan li welatê me ne tiştekî nû ye. Her diçin kuştin zêde dibin. Armanca Peymanê ev e ku jinan li dijî nebaşî û şîdetê biparêze.”
 
‘Em qebûl nakin’
 
Aygulê di berdewamiyê de destnîşan kir ku her meh bîlançoya kuştina jinan zêde dibe û ligel vê jî nîqaşkirina peymanê ne tiştekî ku bê qebûlkirinê ye û ev tişt anî ziman: “Ev peyman ji bo parastina mafê jinan e. Di rewşa vekişandina ji Peymana Stenbolê çê bibe wê tablo hîn bêtir giran bibe.”
 
‘Me jinên hatiye qetilkirin ji bîr nekiriye’
 
Aygulê da zanîn ku wê li her qadê bertekên xwe yên li hember vê bînin ziman û wiha got: “Divê jin tenê neyê hiştin. Em ê li dijî vê heta dawî li qadan bin. Me yek jinek ji bîr nekiriye. Em jinên hatine qetilkirin ji bîr nakin. Em ê heta dawî jî têbikoşin.”