‘Em nabin jinên makul em ê bibin jinên azad’

  • 09:05 16 Tîrmeh 2020
  • Rojane
WAN - Di nav de berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan û rojanemger Ayşe Guney jî heye 22 kes li Amedê hatin binçavkirin. Jinan bertek nîşanê rewşê dan û peyama, 'Em nebin jinên makul, em ê bibin jinên azad, em ê ji bo vê têkoşînê bdin.' dan.
 
Navenda wê Amed di çarçoveya operasyon sibeha 14’ê Tîrmehê pêk hat de bi ser gelek navnîşanan de hat girtin û 22 jin hatin binçavkirin. Di nav berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û edîtora ajansa me Ayşe Guney û berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan jî heye, gelek kes hatin binçavkirin. Li dijî operasyonê bertek jî didomin.
Jinên Wanê diyar kirin ku operasyon û binçavkirin polîtîkayên dijminahiya li hember jinan yên AKP û MHP’ê ne.
 
‘AKP jinên têkoşer wek asteng dibîne’
 
Hevşaredara Bêgiriya Wanê ya qeyûm tayînê şûna wê bû Leyla Balkan, da zanîn ku yek ji sedema zextan ev e ku bi kampanya ‘têkoşîna jinê li her derê ye’ ya Meclîsa Jinan a HDP’ê re jin daketine kolanan û got: “AKP ji têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan aciz e. Têkoşîna jinan û peymana Stenbolê ya li hember rewakirina destdirêjiya li zarokan asteng dibîne. Ji ber vê jî hedef nîşan dide.”
 
Leylayê gotina Ozlem Zengîn a AKP’yî ya wekê ‘beriya AKP’ê navê jinê tunebû, bi me re hat bihistin’ bi bîr xist û wiha pê de çû: “Belê raste, roja me bi şîdet, zext û binçavkirina jinan derbas nabe. Jin her saniye bi şîdetê re rû bi rû ne. Di tu demê de destdirêjiya li zarokan evqas nehatibû rojevê. Her kes vê dizane ku ev operasyon li hember têkoşîna jinên kurd e. Em ê li dijî faşîzma AKP’ê her tim gotina xwe bêjin. Em nabin jinên makul em ê bibin jinên azad û ji bo vê jî têbikoşin.”
 
‘Em ê gotina xwe bêjin’
 
Mizgîn Bor jî bi lêv kir ku desthilatdarî wek her tim ji bo jinan bike bin zextê operasyonan dike û wiha pê de çû: “Hewl didin jinan biçewisînin lê nizanin ku jin bi salane têdikoşin û tu car ji destilatdariyan netirsiyane. Binçavkirinan em ji têkoşîna me nekirin. Berovajî vê me zêdetir têkoşîn da. Di pêvajoya pandemiyê de jin bi şîdetê re rû bir û hatin hiştin lê di vê pêvajoyê de jî me dest ji têkoşînê berneda. Emê li her derê li dijî şîdeta mêr gotina xwe bêjin.”
 
‘Zext herî zêde li ser jinan pêk tên’
 
Hevşaredara Mukusê ya qeyûm tayînê şûna wê hat kirin Caziye Duman jî destnîşan kir ku wê AKP-MHP bi polîtîkayên çewisandinê negihêjin armanca xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Polîtîkayên qirêj yên AKP’ê zelal li holê ne. Di vê pêvajoyê de herî zêde zext li ser jinan pêk tên. Dixwazin jinan bêdeng bikin. Lê jiyanek nû bi destê jinê pêkane. Hevalên me hatin girtin. Dibêjin qey wê kesek din neyê cihê Ayşeyê. Lê me bi Ayşeyê re xwe gîhandiye hezar Ayşeyan. Jina ku têkoşînê dide dikare civakê biguhere. Me tu car serî netewand û em ê netewînin.”