'Jin berhemên şoreşa 19'ê Tîrmehê diparêzin'

  • 09:03 16 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek saziyên jinan hatin vekirin û pêşxistin. Bi saya ked û berxwedana jinê roj bi roj xebatên jinê bi awayekî çalak tê meşandin. Têkildarî avakirina saziyên jinan ên bi Şoreşa Rojava re jinan gotin:"Jin li saziyên xwe xwedî derdikevin û berhemên şoreşa 19'ê Tîrmehê diparêzin."
 
Piştî şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an, êdî roj bi roj saziyên jinan hatin avakirin. Saziyên mîna Kongreya Star, Desteya Jinê, Jîneolojî, Meclîsa Jinên Sûriyeyê, Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya li ser Jinê, Aborî Jin, Weqfa Jin û hwd. Rojane hejmara endaman zêdetir dibe û xebatên xwe berfireh dikin. Li van saziyan jin di warê perwerde, aborî, di qada civakî de, çand û hunerê pêş dixin. 
 
Her çendî êrîşên dewleta tirk li pêşiya van saziyan dibin asteng jî, lê dîsa jinan bi têkoşîna xwe pilanên dagirkeriyê  vala derxistin û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navendên jinê hatin damezrandin û bi awayekî rêxistinkirî kar didin meşandin û heya roja me ya îro jî kar bi awayekî serkeftî tê meşandin. Her wiha hewildanên saziyên jinê yên têkoşîna li dijî hişmendiya mêrê serdest heye. Di heman demê de zanista jinê (Jîneolojî) bi awayekî lez di nava civakê de hat belavkirin. Vê zanistê hişt ku jin bigihêjin asteke bilind.  
 
Têkildarî vê mijarê Endama Komîteya Lêkolînê ya Jîneolojiyê ya herêma Firatê Ferze Mele Xelîl û Endama Koordînasyona Kongreya Star ya herêma Firatê Rewşen Haçim di derbarê şoreşa 19'ê Tîrmehê û pêşketinên saziyên jinan de nirxandin kirin.
 
'Zanista jinê wê hişmendiya mêr bide guhertin'
 
Ferzê di destpêka axaftina xwe de balkişand ser pêşketinên Jîneolojîyê yên di nava civakê de û wiha got: "Jineolojî weke têgeh ne nû ye, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 2008'an de pêşniyar kir ku Jîneolojî weke têgeh têkeve meriyetê. Bi rêya perwerde û nîqaşan zêdetir Jîneolojî di nava civakê de hat naskirin, me wek komîte lêkolîn di derbarê jiyana jinên Kurd û Ereb a di demên Rejîma BAAS'ê û çeteyên DAIŞ'ê de kirin. Di heman demê de me lêkolîn di derbarê malbatan de jî kirin. Bi vê şêweyê Jîneolojî hat naskirin û hezkirin. Her wiha di dibistanan de jî Jîneolojî weke beş tê xwendin. Bi saya Jîneolojîyê jinan zêdetir xwe û zanista xwe nas kirin, ji ber ku ev zanist bi destên jinê hatiye afirandin."
 
'Jîneolojî rêgeza pêşxistina civakê ye'
 
Ferzê di dawiya axaftina xwe de behsa zehmetiyên ku wan dîtine kir û wiha bi dawî kir: "Em rojane di nava gel de dixebitin. Ji ber Vîrusa Koronayê û bi taybet di êrîşên ku bi ser Serêkaniyê û Girê Spî de hatin, gelek caran karê me hat rawestandin û hînekî qels bû. Lê her tim hewildanên me hene em xwe bigihêjînin hemû jinan bi taybet jinên ereb, ji  ber ku jinên ereb tenê di çarçoveya çar dîwaran de maye û rastî gelek zehmetî û tundiyê tên. Kevneşopiya ereban jinê di nava çar dîwaran de asê dihêle. Me weke ekîba Jîneolojîyê gelek piroje dest pê kiribûn. Me civîn, semîner, danasîna zanista jinê, panel û atolye li dar xistin. Em ê weke Jîneolojiyê bi rêya perwerde û nîqaşan  van astengiyan ji holê rakin û bi hemû jinan re bibin alîkar, da ku jin ji çarçoveya tarîtiyê derkeve û bibe xwedî roleke zanist a di nava civakê de."
 
'Armanca me rêxistinkirina jinan e'
 
Rewşenê di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku Kongreya Star li ser bingehê Komîn û Meclisan xwe bi rêxistin dike û wiha pê de çû: "Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê tê nasîn, jinê roleke sereke di nava vê şoreşê de lîst û destkeftiyên giranbuha bi dest xistin. Di 2005'an de Yekîtiya Star hebû, lê ji ber zext û îşkenceyên Rejîma BAAS'ê jinê nikaribû rola xwe bi temamî bilîze. Di dema Rejîmê de û di heman demê de di serdema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de jî hemû zilm li ser serê jinê ferz kiribûn, lewra jin bûbû wek çûkeke di qefesê de. Jinan nikaribû li ber xwe bide. Ruxmî şer, pevçûn û qeyranên em tê de derbas dibin jinan dev ji têkoşîna xwe bernedan. Em li gor rewşê tev digerin û dest bi perwerdekirina jinan dikin, ji bo jin hîna zêdetir fikrê xwe azad bike û xwedî li destkeftiyên xwe derkeve."
 
'Jinan du şoreş bi hev re dan destpêkirin' 
 
Rewşenê di berdewamiya axaftina xwe de teqez kir ku bi saya têkoşîna jinê îro ev gel gihîşt vê astê û wiha domand: "Jinan di aliyê siyasî, civakî û leşkerî de pêşengtî kir. Jina Rojava bi berxwedana xwe ji cîhanê re da xuyakirin ku jin dikare bi her awayî rola xwe bilîze û bû nimûneya herî mezin. Li ser vî esasî bi hezaran jinên biyanî tevlî rêxistina me bûn û cihê xwe di nava me de girtin û xeta jina azad ji xwe re bingeh dîtin. Piştî deverên Ereban hatin rizgarkirin, êdî me li wir jî dest bi avakirina saziyên jinan kirin, jinên ereb, suriyan, çerkez û ermen jî xwesteka wan a azadiyê hêdî bi hêdî çê dibe û armanca wan ya sereke ku xwe ji hişmendiya baviksalarî rizgar bikin heye. Her wiha Kevana Zêrîn jî berhemên ku me bi dest xistine, bi rêya çandê kevneşopiyên xwe diparêzin û hewl dide ku çandê bi awayekî alternatîf pêş bixin. Di heman demê de jin bi keda destên xwe aboriya xwe pêş dixin."
 
'Biryarên jinê bi xwe şoreşek e'
 
Rewşenê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku jinê di demeke kurt de xwe pêş xist û wiha bi dawî kir: "Dema ku mirov di hundir şoreşekê de şoreşeke din bi rê ve bibe wê demê mirov dikare bêje jin bûye xwedî îrade û dikare welatê xwe bi rê ve bibe. Li kêleka wê têkoşîneke ji bo tunekirina hişmendiya mêr-dewlet jî tê meşandin. Her wiha biryarên ku ji bo zagonên jinê hatin girtin û bi civakê re hat parvekirin li ser wî esasî em civakê bi rê ve dibin. Jinên ereb jî êdî dixwazin xebatên xwe pêş bixin. Ji ber ku jinan xwe bi rêxistin kirine û beşên xwe berfireh dike. Ji ber ku dagirkeriya dewleta tirk jinan dikin armanca êrîşên xwe, jin dixwazin xwe li ser esasê Şoreşa Rojava biparêzin. Herî dawî komkujiyeke li gundê Helincê bi destê dewleta tirk pêk hat û di encamê de du jinên pêşeng û dayikekê jiyana xwe ji dest dan. Em ê her tim xeta berxwedanê û azadiya jinê ji xwe re bingeh bigirin, da ku bi destên jinê civakeke azad û demokrat ava bikin."