Li Mexmûrê ji bo ciwanan dewreya perwerdê hat destpêkirin

  • 08:47 16 Tîrmeh 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr dewreyek perwerdê da destpêkirin. 
 
Li Akademiya Ferhat Kurtay a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr dewreyek perwerdê li ser navê Şehîd Awesta Herekol hat despêkirin. Di destpêka perwerdê de berdevka Tevgera Jinên Ciwan Mizgîn Kara û berdevka perwerdê Newroz Tekîn axivîn. 
 
Mizgîn, diyar kir ku got: “Perwerde li ser navê Şehîd Awesta Herekol hat destpêkirin. Ev perwerdeyek birdoziyeyê. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan destpê dike û ev tişt girîng e. Xwedî li derketina bîrdozî, maf û ramanê ji bo jinê girîng û cuda ye. Em îro dibînîn li welat û derveyî welat herî zêde mafê jinan tê binpêkirin û herî zêde jin dibin hedefa êrîşan.”
 
Xwendevana ciwan ya bi navê Hewler Adanmiş derbarê perwerdê de wiha nêrînên xwe anîn ziman û got: “Weke jinên ciwan em her tim tevlî perwerdeyên bîrdoziyê dibin. Ev perwerde ne ya  yekemîne û wê ne ya dawî jî be. Despêkê pêwîste em bizanin perwerde bi xwe çiye û wisa dest bi perwerdê bike. Ew zihniyeta xirap ya li ser jinê tê meşandin em bizanin wê çawa bê tune kirin. Divê em pêşî bibin xwedî zanîn û li hember vê bê mafiyê tekoşîn bidin meşandin. Em weke jinên ciwan û tevayî jin divê xwe perwerde bikin, bibin xwedî  zanîn û mafê xwe bi parêzin. Her wiha em bang li tevayî jinên ciwan dikin ku tevlî dewreyên perwerdê yên bi vî awayî bibin.”