Li Başûr jinan bi daxuyaniyek bal kişand ser rewşa siyasî

  • 16:59 15 Tîrmeh 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên endamên Tevgera Azadiyê bal kişandin ser rewşa Herêma Federal a Kurdistanê û gotin: "Divê yekîtiya Gelê Kurd û bi taybetî jî yekitiya jinên kurd pêk bê."
 
Jinên endamên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bi daxuyaniyekê bal kişandin ser rewşa siyasî, aborî û tenduristiya jinan a Herêma Federal a Kurdistanê. Bi tevlîbûna bi dehan jinan li baxçeya avahiya Tevgera Azadî ya li Silêmaniyê pêk hat. Li ser navê jinan hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên daxuyanî da. 
 
Tara, diyar kir ku di encama hişmendiya mêrsalarî û desthilatê de, dîsa nebûna têkoşîna azadî û dûrketin li jiyana xwezayî wisa kiriye ku di jiyana civaka de şaştî derkevin. Tara wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di kesayeta jinê de civak hatiye rûxandin û parçekirin. Di rewşa niha de civaka me bi krîzan re rûbirûye û li ber hilweşînê ye. Di pêvajoya 17 salan a desthilata Herêma Kurdistanê de ji ber hemû berjewendiyên pêşkêşî derve kirine, serbixweyî ji dest daye. Ji herêmekî bihêz vegeriyan herêmekî lewaz ku gelek destkeftî hatibûn bidestxitin hatin windakirin.”
 
Hevseroka Tevgera Azadî Tara da zanîn ku nebûna xizmetê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo gel, wisa kiriye ku gel bawerî nemîne û wiha pêde çû: “Dagirkerên ku ji Kurdistanê hatibûn derxistin, niha vegeriyane. Dîsa li aliyê din dewleta Tirk xaka me dagir dike û rojan e leşkeran vediguhêze. Welatiyên me şehîd dike û xaka me dagir dike. Mixabin bê helwestî û bê xemî qirika civakê girtiye.”
 
Tara wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Ne şerme ku em hevdu rexne bikin û ji bo karekî baştir bikin. A şerm ew e ku bê xem bin û hemû pirsgirêkan çareser nekin. Divê em civak û başûrê Kurdistanê ji desthilata navendî, hîzbayetî û mêrsalarî rizgar bikin. Kar bikin ji bo jin pêş bikeve û divê bi pratîkê bê sepandin ku şoreşa başûr şoreşa jinê ye.”