Hayriye Turkekul a ku 70 salî ye serbest hat berdan

  • 16:09 15 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - Li Amedê 23 jinên hatin binçavkirin û 2 roj in li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin. Hayriye Turkekul a ku 70 salî bi gopal ew birine edliyê û piştî îfade da dadgeriyê hat berdan. 
 
Li Amedê rojnamevan, aktîvîstên jin û siyasetmedar di nav de 23 jinên ku hatine binçavkirin 2 roj in li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin. Parêzer çûn hevdîtina miwekîlên xwe û gilî û gazinên miwekîlên xwe vegotin. Her wiha Hayriye Turkekul jî serbest hat berdan.
 
Polîsan Hayriyeya 70 salî ji bo ku îfadeya wê were girtin sewqî edliyê kirin. Hat ragihandin ku Hayriyeya ku bi gopalê wê birine edliyê û îfadeyê wî girtine. Piştî ku dozger îfadeya wê girt, bi şerta kontrola edlî sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê kir. Dadgehê jî bi qedexeya derketina derveyî welat Hayriye berda. Hat zanîn Hayriye ji ber beşdariya çalakiyan û li ser navê "rêxistinê xebitînê xebitiye" hatiye sûcdarkirin.
 
Her wiha parêzer ku çûn hevdîtina miwekîlên xwe û gilî û gazinên miwekîlên xwe wiha anîn ziman: "Şert û mercên paqijiyê pêk naînin. Hucre gelek qirêj in, jin bi derfetên xwe û tenê dikarin bi mendîlên şil paqijiyê bikin. Polîs rûpoş (maske) û lepikan nadin jinan, tenê rûpoşên ku jinan bi xwe re birine, bi wan re hene. Di nezaretxaneyê projektor hene ronahiya wan li cihê jin lê radizin dide. Divê pişta xwe bidinê, ev rewş jî mirov ji aliyê tenduristiyê aciz dike. Jinên nexweş hene divê avê zêde vexwin lê tenê lître û nîvek avê didin. Nexweş bê av dimînin. Girêdayî bê avmayînê pirsgirekên tenduristiyê derdikevin holê."