‘Perwerde îradeya jinan xurt dike’

  • 14:41 15 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Jinên ku tevlî perwerdeya Akedemiya Kongreya Star bûn, ser perwerdeyê û pêşveçûna wê wiha nêrînên xwe anîn ziman: “Ji bo ku jin xwedî hêz û îrade be, pêwîst e di hemû qadên civakê de xwe perwerde bike. Perwerde mêjiyê mirovan sererast dike û guhertinên bingehîn di kesayetê de dide çêkirin.”
 
Akedemiya Kongreya Star a bajaroka Rimêlanê ya navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişloyê, piştî pêvajoyên dijwar yên rewşa êrîşan û derketina vîrûsa koronayê dîsa careke din deriyê perwerdeyê ji bo jinan hat vekirin. Perwerde bi navê şehîdên jin yên Helincê ku di encama êrîşa dewleta tirk a li ser Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, hat destpêkirin. Ev perwerde ji 33 jinan pêk tê û jinên ku tevlî bûne jî ji bajarên cuda yên Herêma Cizîrê, Kobanê û Efrînê ne. Perwerde wê derdora mehekê bidome. Wê waneyên cuda li ser rêxistina jin û pêşengitiya wê ji civakê re bên dayin. 
 
 ‘Perwerde îradeya jinan xurt dike’
 
Ji Herêma Efrînê jina bi navê Eyşa Mehmûd li ser girîngiya perwerdeyê wiha got: ”Dewleta tirk her tim dixwaze ku îradeya jinê were şikandin, em jî her tim hewil didin ku bi riya perwerdeyan îradeya jinê xurt bikin.  Ev perwerde girîngiyeke xwe heye, ji ber ku konferansa Kongreya Star nêz dibe û  divê em bi fikrekî xurt beşdar bibin. Perwerde asta zîhniyetê pêş dixe û guhertinên bingehîn di civakê de dide çêkirin. Em rastiya xwe nas dikin û ji bo avakirinên nû em tev digerin. Em bi hêvî ne hemû jin tevlî perwerdeyan bibin û bi fikrê azad bijîn.”
 
 ‘Perwerde mêjiyê mirovan sererast dike’
 
Jina bi navê Verjîn Mihemed a ji Helebê beşdarî perwerdeyê bûye, derbarê perwerdeyê de wiha nêrîna xwe bi me re parve dike: “Em 33 jin ji Herêma Efrînê heta Dêrikê tevlî vê perwerdeyê bûne. Em dixwazin armancên mezin ên têkildarî vê perwerdeyê pêş bixin û bi rengekî rêxistinkirî derdora xwe jî perwerde bikin. Ji bo ku jin xwedî hêz û îrade be, pêwîst e di hemû qadên civakê de xwe perwerde bike. Perwerde mêjiyê mirovan sererast dike û guhertinên bingehîn di kesayetê de dide çêkirin. Bi hêviya serkeftinê ji tevahî jinan re.”