Meclîsa Îştar a Mexmûrê binçavkirina jinan şermezar kir

  • 11:33 15 Tîrmeh 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Meclîsa Îştar a Mexmûrê bertek nîşanî binçavkirinan da û got: "Di kesayeta jina kurd de êrîşê li ser jinan dikin û tê xwestin ku civakekî zayendparêz pêş bixin."
 
Li Amedê û Dîlokê duh serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsên ku bi ser malan de girtin, li Amedê 20 jin û li Dîlokê jî 33 kes binçav kirin. Li Amedê di serdegirtina malan de berdevka Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) û rojnameger Ayşe Guney, berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, endamên saziyên sivîl, rêveber û endamên Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi taybetî jî hejmarek zêde jin hatin binçavkirin. 
 
Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), li dijî binçavkirina daxuyaniyek dan. Daxuyanî li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Meclîsa Îştarê Xurbet Îşlek ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji bo civakên cihê reng bikaribin, xweseriya xwe û hebûna xwe bi parêze divê jin di nava civakê de wek pêşeng tevbigere di nava civakê de jin çiqas çalak be û qada wê çiqas berfireh be ew civak ew qas dikare bi nirxên xweyên civakê bijî. Lewra jinê bi rengê xwe ev civak honandiye û civak bi rengê jinê pêk hatiye.
 
Lê ji ber vê yekê pergala kapitalîst a bi hişmendiya mêran pêşî jin ji êrîşên xwere kiriye armanc. Çîroka têkbirina jinê çîroka têkbirina civakê ye. Qada desthilatdariyê ew qade ku polîtîka tê înkarkirin e. Pergala kapitalist li cihên ku vedigere pêşiyê hewil dide zimanê mêtingeran bide axaftin û çanda ku dixwaze bide avakiririn li ser vê bingehî di şûna çanda xwesera civakê de çanda populer bicih bike û derketina civakê ji nirxên ku jinê afirandiye dûr bixe. 
 
Modernîteya kapîtalîst ji bo civakan bi hêsanî dîl bigire, dest diavêje jinê û serî li rêbazên kolekirina jinê dide. Bi armanca avakirina civakek kole û stûxwar bi her awayî jinê bikar tîne. Bi rastiya 'civaka ku jin tê de ne azad be mehkûmê çewisandin û koletiyê ye' ketiye rê, serkeftina xwe ya bingehîn di vê de dibîne. 
 
AKP-MHP’a faşîst  di van salên dawiyê de êrîşên xwe herî zêde jî li ser jinan bi rengekî organîzekirî da meşandin. Dîsa di van salên dawî de tacîz, destdirêjî û kuştina jinan gihaşt asta herî bilind. Bi vî rengî careke din aşkere bu ku di kesayeta jina kurd de, êrîş li ser hemû jinan heye û tê xwestin bi vî rengî civakekî zayendparêz bê avakirin û pêşdebirin. Ne tenê jin û Gelê Kurd, gelek derdorên din yên muxalîf û têkoşer jî para xwe ji van êrîşkarî û kiryarên faşîzan yê AKP girtin.
 
Di heman demê de qayûmên ku li bakurê re Kurdîstanê hatî tayînkirin. Ji bo gel û HDP'ê ji hevdû dûr bixin serî li rêyên qirêj didin. Jinên ku bi vîna gel hatî bijartin tên binçavkirin. Çawan ku di salên 1982'yan de di zindanên faşîstan de Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Alî Çîçek, Mahmût Zengîn, çonk danenîn, îro jî jin li ser şopa berxwedana wan dimeşîn. Em wek pêkhateya jinên wargeha berxwedana endamên TJA'yê û  HDP'ê pîroz dikin. Binçavkirinên hatî kirin jî rûreşiya dewleta faşîst e.”