'Em li hemberî êrişan serî natewînin'

  • 10:38 15 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
ÊLIH - Siyasetmedarên jin ên Êlihê binçavkirinên ku duh pêk hatin bi tundî şermezar kirin û gotin: "Em ê li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin. Dixwazin me û vîna me ji holê rakin. Lê em ê têkoşîna xwe mezin bikin û bibin zimanê azadiyê." 
 
Li Amedê û Dîllokê duh serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsên ku bi ser malan de girtin, li Amedê 20 jin û li Dîlokê jî 33 kes hatin binçavkirin. Li Amedê di serdegirtina malan de berdevka Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamyayê  (MKGP) rojnameger Ayşe Guney, berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, endamên saziyên sivîl, rêveber û endamên Meclisa Jinan a  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi taybetî bi hejmarek zêde jin hatin binçavkirin. Jinên siyasetmendar li hemberî êrişên li dijî jina nerazîbûna xwe nîşandan û têkildarê mijarê ji ajansa me re axivîn
 
‘Jin ji bo hev têdikoşin’
 
Hevseroka HDP’ê ya Bajar a Êlihê Fatma Ablay diyar kir ku êrişên tên kirin bi taybet li hemberî jinên kurd tên kirin û dixwazin bi vî rengî têkoşîna jinan têk bibin. Fatma wiha berdewam kir: “Êrişa ku duh li Dîlok û Amedê pêkhatine ji nîşaneya dijminahiya îqtidarê ya li hemberî jinan e. Êrişên tên kirin bi binçavkirinan re ne sînordar in, herwiha pergala heyî bi rêbazên cuda êrişî jinan dike. Ev êriş jî ji bo çavtirsandina xebatkarên di têkoşîna azadiya jinan de cihdigirin weke peyamekê ne. Jinên têkoşer ji bo hemû jinên li cîhanê têdikoşin. Ji ber vê yekê jî bi qêrkirina tê kirin re dixwazin hemû rêxistinên jinan bikin bin bandora deshilatdariya mêr.”
 
‘Em ê bibin zimanê azadiyê’
 
Fatma bal kişand ser serdegirtina komeleya Rosayê û wiha got: “Bi komeleya jinan re destpêkirin û êdî bêsînor êrîş dikin. Raste rast êrîşî jinên kurd kirin. Herî dawî 3 jinên siyasetmendar ên kurd li Kobanê hatin qetilkirin. Rojbîn Çetîn bi awayê hovane hat îşkencekirin û bê sedem hat binçavkirin û girtin. Ev êriş asta hovitiya Tirkiyeyê û dijminahiya li hemberî jinên kurd nîşan dide. Bi qasî ku ji destê me tê divê em van rastiyan bi civakê re parve bikin. Li dijî van pêkanînan pêwîste em bi rêxistinbûyînek qahîm bibin bersiv. Li hemberî hişmendiya mêr a deshilatdar divê em têkoşîna xwe mezintir bikin. Lê divê mêrê deshilatdar bizane ku em ê tucar bêdeng nemînin. Em ê bibin zimanê azadiyê.”
 
‘Dixwazin me bêdeng bikin’
 
Hevşaredara Êlihê a ku li şuna wê qayûm hatibû tayînkirin Songul Korkmaz got êrişên tên kirin peyamekê din me û wiha got: “Di demên dawî de li Tirkiyeyê rêxistina jinan hêzek mezin bi dest xist. Li hemberî taloqkirina peymana Stenbolê, li hemberî efûkirina kesên destdirêjî kirin bertekekên qayîm nîşan dan. Di her pêngavê de torek mezin hat avakirin. Ev jî bû sedem ku jin bibin hedefa yekem a îqtidarê. Rêxistina jinên kurd bi taybet bi êrîşê re rûbirû ma. Di serî de Komeleya Jinan a Rosayê û çalekvanên TJA’yê hov hatin binçavkirin. Ev jî li hemberî destkeftiyên jinan û kurdan nêzîkatiya îqtidarê nîşan dike. Raste rast xwestin kurdan û vîna wan tune bikin û ev peyamek bû hem ji bo Gelê Kurd hem jî ji bo jinên kurd.  Lewra bi wê yekê re ji dixwazin peymanên weke peymana Stenbolê ji bi vê hêncetê binixumînin.”
 
‘Emê dev ji doza xwe bernedin’
 
Songulê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku Tirkiye bi van êrîşên xwe wê bi ser nekeve û wiha got: “Dixwazin me tune bikin lê nikarin vê bikin û em ê li dijî van pêkanînan têkoşîna xwe mezin bikin. Doza me û daxwaza me wekhevî ye. Em ê bi hêza yekitiya jinê bi ser bikevin û kesek nikare vê têkoşîna me bide rawestandin. Hêvî û daxwaza me ew e ku bi lezgînî hevalên me werin berdan.”
 
'Ji bo jin û civak azad nebin êrîş dikin'
 
Hevşaredara Bajaroka Bekîrxanê a girêdayî navçeya Hezoya Êlihê Gulîstan Sonuk jî got ku ew li kurdistanê her roj bi rojeveke taybet şiyar dibin û ev tişt got: "Li hemberî siyastemendarên kurd bi taybet jî hevalên me yên jin êrişek mezin heye. Hikumeta AKP û MHP'ê dixwaze civakek apolîtîk û itaetkar ava bike ku bikaribe xwe û iqtidariya xwe bide jiyîn. Civaka ku tê de jin azad bin, ew civak li ber îqtidarê serî natewîne. Hişmendiya deshilatdar jî di ferqa vê yekê de ye û ji bo jina azad û civaka azad pêk neyê hertiştî dikin. Lewra li hemberî deshilatdaran jinên kurd weke gefek mezin tên dîtin. Ji bo têkoşîna wan têk bibin ji dest bi êrişan kirine. Lê jinên kurd serî netewandine û wê tucarî ji ne tewînin."