Hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar hat girtin
- 09:12 15 Tîrmeh 2020
- Rojane
AGIRÎ - Hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar ku duh hatibû binçavkirin û dû re qeyûm tayinî şûna wê hatibû kirin, hat girtin.
Hevşaredara Şaredariya Giyadînê Betul Yaşar ku duh danê sibehê hatibû binçavkirin û bi dû re qeyûm tayinî şûna wê hatibû kirin, piştî karên li Midûriyeta Emniyetê ya Agiriyê sewqî dozgeriyê hat kirin. Dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê Yaşarê sewqî Dadgeheriya Sulyê ya Nobedar kir û dadgeriyê biryara girtina Betulê da.