‘Gotin efû lê diz, tecawizkar derxistin’

  • 09:02 15 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AGIRÎ - Dayika girtî, Seraî Efe da zanîn ku li girtîgeha Panosê hewcedariya ava vexwarinê jî nayê dayîn û got: “Em di bin zilma zaliman de ne. Gotin efû lê diz, tecawizkar berdan.”
 
Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan di pêvajoya vîrusa korona de berdewam kir. Di pêvajoya ku vîrus bi lez belav bû de, li girtîgehan kêmasiya rûpoş, lepik, alavên paqijiyê, qelsiya xurek, şîdet û zext hat rojevê. Di meha nîsanê de bi qanûna înfaza nû ya hat derxistin bi deh hezaran girtî hatin berdan lê girtiyên siyasî jê fêde negirtin. Xizmên girtiyan di qanûna înfazê de, wekheviyê tînin ziman.
 
Sena Efe jî 8 sale girtiye. Malbata wî banga wekheviyê kir. Sena di 2012’an de hat girtin û birin girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa H ya Erziromê û piştre jî surgunê girtîgeha Tîpa T ya Wanê hat kirin. Ev 3 sale jî li girtîgeha Tîpa L ya Panos a Agiriyê ye.
 
‘Ava germ û vexwarinê tune ye’
 
Dayika Sena, Seraî Efe, diyar kir ku li girtîgeha Panosê ava vexwarin û germ nayê dayîn, her wiha xwarineke baş jî nayê dayîn û wiha got: “Tu sûcê kurê min tune ye. Ne kes kuşt, ne jî malê kesî dizî. Zanîngeh dixwend. Bêyî sûc hat girtin. Hevdîtinên girtî niha dest pê kirine. Ez çûm min dît. Kurê min got ne ava vexwarin, ne ava germ, ne xwarineke baş tê, ya tê jî têr nake. Her wiha got gardiyan pêkanînên nebaş dikin.”
 
‘Em di bin rêbaza zextxwiran de ne’
 
Seraî balkişand ser efûyê û got: “Gotin efû lê yên wek xwe derxistin. Di qanûnê de newekheviyek mezin heye. Gumanbarên ji efûyê derketin heman sûc kirin. Diz, tecawizkar û firoşkarên hişbirê daketin kolanan. Kurê min ji aliyê dozgerên FETO ve hat darizandin. Yên ku kurê min darizandin niha ji FETO’yê girtî ne. Me ji bo berdana kurê min daxwazname da lê encam derneket. Ji kurê min re gotine ‘sûcê te Kurdbûn e’. Em di bin zilma zaliman de ne. Wijdan û mirovahî bi vana re tune ye. Behsa ol dikin lê dewleteke zalim e.”
 
‘Di hevdîtinan de rastî lêgerîna tazî hatim’
 
Seraî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dema diçe hevdîtinan rastî lêgerîna tazî tê, malbatên din jî rastî heman pêkanînan tên û wiha dawî lê anî: “Heta em dikevin hundir gelek tiştî dikin. Di rojên hevdîtinan de lêgerînên hûrgulî dikin. Carekê gardiyan bi awayekî tûnd pişta min da dîwar. Min got ‘Ez jineke 60 salî me, ez di temenê dayika te de me çima wisa dikî?’ Lê qet guh nedayê. Ev pêkanîn heqaret û zilm in.”