'Şêniyên Girê Spî koletiyê û êrişan qebûl nakin'

  • 09:01 15 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
EYN ÎSA - Hevseroka Meclîsa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl têkildarî êrîşên dewleta tirk, bêdengiya Rûsya û civînên ku di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de hatinde kirin de wiha got:"Civîna sê koşeyî ya Îran, Tirkiye û Rûsyayê li dijî gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşaneya komployeke nû ye."
 
Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên berfireh ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 17'ê Cotmeha 2019'an de, di navbera Tirkiyê û Emerîkayê de û di 23'yê cotmeha heman salê de, di navbera Tirkiye û Rûsyayê de hevdîtin pêk hatin. Biryar hat dayin ku Hêzên Sûriya Demokratîk 30 km paşde vekişin û agirbest çêbibe. Li gorî wê Hêzên QSD'ê 30 km paşde vekişiyan, lê heya niha jî dewleta tirk li gorî agirbestê tev nagere û her roj gundewarên Rojavayê Girê Spî û Navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê topbaran dike û jiyana sivîlan dixe xeteriyê. Têkildarî vê mijarê jî Hevseroka Meclisa Girê Spî Hêvîn Îsmaîl nirxandin kir.
 
'Dewleta tirk li gorî tîfaqa 17 û 23'yê Cotmeha 2019'an tev nagere'
 
Hêvînê agirbesta ku hatiye ragihandin û bûyerên ku li ser ruyê erdê diqewime wiha rave kir: "Dewleta tirk li gorî vê agirbestê tev nagere û ev 9 meh in êrîş û topbarana xwe ya li dijî gund û şêniyên Rojavayê Girê Spî û navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê ranewestandiye û heya niha jî birîndar û şehîdên sivîl jî hene. Rêya M4 jî ji aliyê gel ve bi tirs tê bikaranîn."
 
'Ji kiryar û topbarana dewleta tirk re çav û guhê Rûsya girtiye'
 
Hêvînê helwesta Rûsyayê ya têkildarî êrîş û topbarana dewleta tirk a li ser Eyn Îsayê de wiha bi bîr xist: "Rojane topên dewleta tirk li ber çavên Rûsyayê tên avêtin. Rûsya bêdeng e û heya niha tu helwesteke xwe ya cidî nîşan nedaye. Çendîn care em diçin pêş noqteya Rûsyayê da ku em têkildarî êrîşan biaxivin. Lê Rûsya nahêle ku em hevdîtinê pê re bikin."
 
'Tevgera dewleta tirk û çeteyan nîşaneya êrîşeke nû û berfireh e' 
 
Hêvînê da xuya kirin ku di van rojan de liv û tevgereke zêde ya dewleta tirk û komên girêdayî wê li derdora Eyn Îsayê hene û wiha berdewam kir: "Tevgera wan nîşaneya êrîşeke nû û berfireh e, ji ber wê em bang li Rûsya dikin sînorekî ji kiryarên dewleta tirk re deynin. Niha di vê demê de lihevkirinek di navbera Tirkiye û Rûsyayê de li ser herêmê heye. Bêdengiya Rûsya tê wateya ku rê dide û vê êrîş û topbarana ser herêmê qebûl dike. Tiştên ku di civîna sê koşeyî de hatibû nîqaşkirin niha li ser rûyê erdê pêk tê, yek jê dewleta tirk baregehên xwe xurt dike û çek, çete û cebillxaneyên xwe jî li ser sînor zêde dike, ya din jî difikirin ku çawa bikaribin Eyn Îsa dagir bikin û rêya Kobanê qut bikin û wê bixe nava çemperê."
 
'Şêniyên Girê Spî koletiyê û êrişan qebûl nakin'
 
Hêvînê bal kişand ser nerazîbûna şêniyên Grê Spî ya li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê û wiha got"Pêwîst e ji wiha zêdetir şêniyên Girê Spî li hember dewleta tirk serhildanan zêdetir bikin. Em dîmenên serîhildan û nerazîbûna li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê dibînin. Şêniyên Girê Spî koletiyê û êrişan qebûl nakin. Em slavên germ ji bo şêniyên Grê Spî dişînin. Dewleta tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên Girî Spî sûcên mirovahiyê dikin. Pêwîst e li hember kiryar û sûcên dewleta tirk û çeteyên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Dadgeheke navneteweyî vebe û ew werin lêpirsînkirin."