Du jinên din hatin binçavkirin

  • 17:09 14 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - Piştî daxuyaniya ji bo jinên li Amedê hatin binçavkirin, Hevseroka HDP'ê ya Peyasyê Besîle Narîn û Aktîvîsta TJA'yê Haster Alp hatin binçavkirin.
 
Li Amedê vê sibehê di oparasyona hat kirin de Rojnameger Ayşe Gunay, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan û gelek jinên din hatin binçavkirin. Li dijî binçavkirinên ku hatin kirin li Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) derbarê jinên hatin binçavkirin de daxuyanî da. Du jinên tevli daxuyaniyê bûn piştî daxuyanî bi dawî bû hatin binçavkirin. 
 
Hat diyar kirin ku Hevseroka navçeya Peyasa Amedê ya DHP'ê  Besîle Narîn û Aktîvîsta TJA'yê Haster Alp ên hatin binçavkirin derbarê wan de biryara girtinê heye.