'Em îtaet nakin'

  • 15:45 14 Tîrmeh 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Meclîsa Jinan ya HDP’ê li Êlih, Şirnex, Dêrsim û Enqereyê li dijî binçavkirina daxuyanî dan û gotin: "Em ê li hemberî kesên ku dixwazin jinan bêdeng bikin em dibêjin em hene û li vir in." 
 
Îro serê sibehê polîsan li Amedê û Dîllokê bi ser gelek malan de girtin. Li Amedê 20 jin û li Dîlokê jî 33 kes hatin binçavkirin. Li hemberî binçavkirinan Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Êlihê, Şirnexê, Dêrsimê û Enqereyê daxuyanî hat dayîn. 
 
Di daxuyaniya hevpar de li ser êrîşên ku pêk hatî hat rawestandin û wiha hat gotin: “Her serê sibehê em bi êrîşan hişyar dibin. Îro jî li hemberî endam û berdevka TJA’yê, rojnamegeran operasyonek pêk hat û gelek kes hatin binçavkirin. Hevalên me yên ku hatine binçav kirin bi salane kedek mezin didin. Jin di qada medya, siyaset û sendîkayê de kedekî mezin dane. Êrîşên ku li hemberî destkeftiyên jinan pêk tê ne cara yekem e. Dema ku îqtîdar bikeve tengasiyê êrîşê dike. Bi êrîşan dixwazin vîna jinê ji holê rakin.
 
Jin li hemberî hişmendiya faşîst a mêr jin serî rakiriye. Divê neyê ji bîrkirin ku tu hêz nikare vîna me bişkîne. AKP bi êrîşan dixwaze mafê me jinan binpê bike. Jinan tu carî li hemberî polîtîkayên AKP û MHP’ê serî netewandiye û têkoşîna xwe berdewam kirine. Tişta ku îqtîdar ditirse jî rêxistinbûna jinê ye.
 
Dijminatiya li hemberî jinan li pêş dixin. Em ê li dijî betalkirina Peymana Stenbolê û efûkirina tecawizkaran li kolanan bin. Em ê destûrê nedin hişmendiya qeyûm, êrişker, faşîst, zayendperest û netewperestan. Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin. Li hemberî kesên ku dixwazin me bêdeng bikin em yek dengî dibêjin ‘em hene û em li vir in’. Em îtaet nakin! Divê demildest hevalên me bên berdan."