'Ciwanan xeta berxwedanê û parastina welat hilbijartin'

  • 15:33 14 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Bi armanca nirxandina pirsgirêkên ciwanan a di sedsala 21'an de û erk, mîsyona ku dikeve ser milê wan, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Herêma Efrînê li Kantona Şehbayê panelek li dar xist.
 
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Herêma Efrînê bi dirûşma "Şerê gelê şoreşger mîsogeriya jiyana azad e" li Kantona Şehbayê li navenda çand û hunerê ya navçeyê Ehdesê panelek li dar xist. Panel di çarçoveya nirxandina pirsgirêkên ciwanan a di sedsala 21'an de û erk, mîsyona ku dikeve ser milê wan hat çêkirin. Di panelê de hejmarek  ji ciwan û jinên ciwan ên Herêma Efrîn û Kantona Şehbayê,Yekîtîya Rewşenbîran a Herêma Efrînê, Partîya Sûriyeya Pêşerojê, Kongreya Star û Meclîsa Malbetên Şehîdan beşdar bûn. Hola panelê bi wêneyên pakrewanên azadiyê, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan hat xemilandin. Panel wê du rojan li ser mijarên şerê gelê şoreşger, şerê taybet û bandora wê ya li ser ciwanan berdewam bike. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo Pakrewanên azadiyê rewşa siyasî û ya ciwanan ji aliyê Hevserokê Meclîsa Encûmena Zagonsaz a Herêma Efrînê Silêman Cafer ve hate nirxandin.
 
Silêman: "Di hundir Sûriyeyê de bi destên dewletên dagirker û hegemonîk rewş veguheriye aloziyekê, lê belê ciwanên ku di Rojavayê Kurdistanê de têkoşîn dikin xeta berxwedan û parastina axê ji xwe re hilbijartin. Di derbarê êrîş û komkujiyên ku dewleta tirk a dagirker bi serê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk tîne, cîhan heta niha bê deng e. Her wiha dewlet tirk a dagirker ji bo ku hebûna xwe li Efrînê mayinde bike hewil dide ku gelê Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin koçî cihên deverên din bibib."
 
Paşê perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di derbarê Ciwanên Şoreşger de ji aliyê Rêberiyê Tevgera Ciwanên Şoreşger yê  Herêma Efrînê Aldar Baran ve hat xwendin.
 
Paşê nîqaşên girîng ser rewşa ciwanan û pirsgirêkên wan hat kirin. Panel wê sibehê jî berdewam bike.