TJK-E: Em ê xwedî li vîna xwe derkevin

  • 13:58 14 Tîrmeh 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E'yê nerazîbûn nîşanî binçavkirinan da û bang li Gelê Kurd kir ku xwedî li vîna xwe derkevin. 
 
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) têkildarî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî jinan daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de jinan bal kişandin ser polîtîkayên AKP-MHP'ê yên ku li hemberî jinan tê birêvebirin û gotin: "Têkoşîna jinan a li dijî tundî, faşîzm û neheqiyê jî dewam dike. Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ku ji têkoşîna bi rûmet a jinan ditirse, îro serê sibehê dest bi pêleke nû ya êrişê kir."
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di encama operasyonê de gelek jin hatin binçavkirin û wiha hat diyarkirin: "Operasyonên qirkirina siyasî yên li Amed û Dîlokê gelek jin di encama polîtîkaya dijminatiya li jinan de yên AKP-MHP'ê hatin destgîrkirin. Em vê kiryara nehiqûqî şermezar dikin. Jin van êrîşan tu carî qebûl nakin. Divê aktîvîstên jin ên hatine destgîrkirin tavilê bên berdan. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî van êrişan mezin bikin. Em bang li gel bi taybetî jî jinan dikin ku xwedî li vîna  xwe derkevin."