Ji rêxistinên jinan banga hevpar: Em hene û em li vir in

  • 13:48 14 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ENQERE - Rêxistinên Jinan li Enqereyê daxuyaniyeke hevpar dan û binçavkirina jinan şermezar kirin û gotin: "Em ê li dijî kesên ku dixwazin jinan bêdeng bikin, dibêjin 'Em hene û em li vir in'. Têkoşîna me nayê darizandin. Bi binçavkirin û girtinan hûn nikarin jinan bêdeng bikin." 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komîsyona Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Meclîsa Jinan a Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD), Rizgariya Jinan, endamên Platforma Piştewaniya Jinan a Sosyalîst, Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM), Meclîsa Jinan a Partiya Damezirandina Nû ya Sosyalîst (SYKP) û Jinên Çepgir a Kesk bi daxuyaniyeke hevpar binçavkirina li Amed û Dîlokê pêk hatî şermezar kirin. 
 
Di daxuyaniya hevpar de hat destnîşan kirin ku polîtîkayên dijminatiyê ya li hemberî jinê her roja ku derbas dibe zêdetir dibe û wiha hat gotin: "Tifaqa AKP-MHP polîtîkayên xwe yên dijminatiya jinê dike her roj derdikexe astekî herî jor. Bi salane jinên ku têkoşîna azadiyê didin, di nava qada siyaset, sendîka û çapemeniyê de rengê jinê derdixin pên di bin banê Tevgera Jinên Azad (TJA) de têdikoşin. Tifaqa mêran a AKP-MHP dema ku bi keve zehmetiyê êrîşê vîna jinê dike. Girtin û binçavkirin ji bo têkoşînê rawestine dike. Lê tiştek heye ku divê hinbîbin ev tiştî jî berxwedana me ye. 
 
Divê AKP- MHP baş bizane ku em ê li dijî daxwaza ji holê rakirina Peymana Stenbolê, efûkirina tecawizkaran, zîhniyeta qeyûman û Qanûna Înfazê dê li qadan bin. Em li hemberî hişmendiya AKP’ê tu carî paşve gav navêjin. Têkoşîna jinên ku hatine binçavkirin têkoşîna me ye jî. Em serî natewînin, em îtîat nakin. Em ê li dijî kesên ku dixwazin jinan bêdeng bikin dibêjin 'Em hene û em li vir in'. Em banga serbest berdana hevalên xwe dikin. Têkoşîna me nayê darizandin. Bi binçavkirin û girtinan hûn nikarin jinan bêdeng bikin."