Platforma Rojnamegerên Jin: Em ê her tim rastiyan bibêjin

  • 13:11 14 Tîrmeh 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê derbarê binçavkirina berdevka platformê û edîtora ajansa me Ayşe Guney de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Em ê têkoşîna xwe ya nivîsandina rastiyê bidomînin. Em zext û binçavkirina rojnamegeran qebûl nakin. Çapemeniya azad nayê bêdeng kirin." 
 
Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê  (MKGP) û êdîtora ajansa me Ayşe Guney serê sibehê hat binçavkirin. Derbarê mijarê de platform daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniya platformê de wiha hat gotin: "Li Tirkiyeyê her roj li hemberî çapemeniya azad zext û zordarî pêk tê. Di her operasyonên siyasî de rojnameger hedef tên girtin. Berdevka platforma me Ayşe Guney, serê sibehê di serdagirtina malê de hat binçavkirin. Her wiha Ayşe edîtora Jinnewsê ye jî, ev tişt nîşan dide ku rojnamegerên jin hedef tên nîşandan. Rojnamegerî duh jî ne sûc bû û îro jî ne sûc e, dê sibehê hê nebe sûc. 
 
Me mîrateya rojnamegerên jin yên ku heqîqetê dinivîsandin girt. Em li hemberî zextan serî natewînin, em ê di her şert û mercan de gotinên xwe bêjin û pênûsa xwe bikarbînin. Em tu carî dev jî teşhîrkirina şîdeta dewlet-mêr bernadin. Em ê ji rêgeza vegotina têkoşîna jinê bidomînin û paşve gav navêjin.
 
Em wekî Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê dibêjin ku em ê têkoşîna xwe ya nivîsandina rastiyê bidomînin. Em zext û binçavkirina rojnamegeran qebûl nakin. Çapemeniya azad nayê bêdeng kirin. Rojnamegerî ne sûc e! Ayşe Guney divê demildest bê berdan. "