Hayriye Turkekul a ku 70 salî ye hat binçavkirin

  • 12:23 14 Tîrmeh 2020
  • Rojane
AMED - Li gundê Fîsê yê navçeya Licê, polîsan bi ser mala dayika 70 salî Hayriye Turkekul de girtin û binçav kirin. 
 
Polîs û leşkeran di çarçoveya operasyona ku serê sibêhê li Amedê li hemberî jinan pêk hatî de li Gundê Fîsê yê navçeya Lîcê bi ser du malan de girtin. Gelek leşkeran bi maşiyên xwe yên zirxî gund dorpêç kirin û li 2 malên bi serde girtin, lêgerîn kirin. Leşkeran di dema lêgerînê de hemû alavên malan belav klirin û dayika 70 salî Hayriye Turkekul binçav kirin.
 
Hat diyar kirin ku di heman demê de, leşkeran dest danîne ser wêneyê zarokê Hayriyeyê ê PKK’yî. Leşkeran Hayriye ji gundê Fîsê birin navenda navçeya Lîcê û li bendêye ji wir jî bînin Midûriyeta Polîsan a Amedê.
 
Kurê Hayriye Demîr Cengîz Demîr di sala 1999’an de beşdarî PKK’ê dibe û di sala 1999’an de, di dema paşve kişandinê de, di şerekê de jiyana xwe ji dest didin. Cenazeyê kurê Hayriyeyê li Goristina Xerzanê tê definkirin, di 19’ê kanûna 2017’an de bi 267 cenazeyan re ji gorên wan tên derxistin û bi îdîaya testa DNA’yê dişînin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê. Dûre cenazeyê kurê Hayriyeyê dibin peyarên Goristana Bêkesan a Kîlyosê ya Sariyerê tê definkirin. Malbat pişt re cenazeyê kurê xwe diger û li Gundê Fîsê defin dike. 
 
Kurê Hayriyeyê Tekîn Demîr jî, di sala 1992’yan de beşdarî PKK’ê dibe û di sala 1993’yan de di şerekê de jiyana xwe ji dest dide. Hîna jî nayê zanîn cenazeyê kurê Hayriyeyê Tekîn Demîr li ku derê ye. 
 
Kurê Hayriyeyê Abdullah Demîr jî, bi hincetên siyasî cezayê muebetê lê hat birîn û ev 25 sal in girtiye.