Konfransa Meclîsa Malbatên Şehîdan bi dawî bû

  • 09:15 12 Tîrmeh 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Konfransa Meclîsa Malbatên şehîdan a Herêma Firatê ya 7'emîn bi nûkirina meclîsan û biryarên girîng duh derengê êvarê bi dawî bû.
 
Meclîsa Malbatên şehîdan bi amedebûna 250 delegeyî konfransa xwe ya 7'emîn bi dirûşma "Bi rihê 14'ê Tîrmehê em ê welat biparêzin û dagirkeriyê têk bibin" li eywana Firatê duh li darxis. 
 
Di Konferansê de piştî ku rapora salê hat xwendin, beşdarvanan kar û xebatên hatine kirin nirxandin. Paşê rêziknameya Meclîsa Malbatên Şehîdan hat xwendin û ji dîwanê re hat pêşkêşkirin.
 
 Di konfransê de gelek pêşniyar hatin kirin, pêşniyarên ku hatin qebûlkirin û weke biryar hatin ragihandin wiha ne:
 
*"Meclîsa malbatên şehîdan azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji xwe re bingeh digre ku çalakiyên ji bo azadkirina wî rêxistin bike.
 
*Avakirina kooperatîfên aborî di çarçoveya çandiniyê de. 
 
*Avakirina derfetên xebatê ji bo malbatên şehîdan beriya her kesî.
 
*Avakirina pirojeyan ji bo malbatên şehîdan yên ku ji Girê Spî koçber bûne û di kampan de dijîn. 
 
*Meclîsa malbatên şehîdan û hemû malbatên şehîdan ji mijara  goinên, bê bexetî, fitine û fesadiyên  li ser saziyan derkevin berpirsyarin.
 
*Xistina endamtiya malbatên şehîdên yên ku pêwindiya wan bi xebatên gîha û hebên hişbirê, her wiha dizî, bazirganiya çekan û kesên ku bi dijmin re dibin alîkar.
 
*Avakirina komîteyeke têkilyan ku bi hemû saziyan re di nava pêwindiyê de be da ku pirsgirêkên di navbera malbatên şehîdan û saziyên de çareser bike.
 
*Perwerdekirina  hemû endamên meclîsa malbatên şehîdan yên ku hatine hilbijartin ji aliyê bîrdozî ve.
Perwerdekirina hevjînên şehîdan da ku xeta cangoriyan nas bikin û riya wan bişopînin.
 
*Avakirina komîteyekê ji bo ciwanan.
 
Di dawiya konfransê de Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê ku ji 8 kesan pêk tê, hat hilbijartin.
Konfrans bi dirûşmên `Şehîd namirin` bi dawî bû.