Konfransa Meclîsa Malbatên Şehîdan bi dawî bû 2020-07-12 09:15:57   KOBANÊ - Konfransa Meclîsa Malbatên şehîdan a Herêma Firatê ya 7'emîn bi nûkirina meclîsan û biryarên girîng duh derengê êvarê bi dawî bû.   Meclîsa Malbatên şehîdan bi amedebûna 250 delegeyî konfransa xwe ya 7'emîn bi dirûşma "Bi rihê 14'ê Tîrmehê em ê welat biparêzin û dagirkeriyê têk bibin" li eywana Firatê duh li darxis.    Di Konferansê de piştî ku rapora salê hat xwendin, beşdarvanan kar û xebatên hatine kirin nirxandin. Paşê rêziknameya Meclîsa Malbatên Şehîdan hat xwendin û ji dîwanê re hat pêşkêşkirin.    Di konfransê de gelek pêşniyar hatin kirin, pêşniyarên ku hatin qebûlkirin û weke biryar hatin ragihandin wiha ne:   *"Meclîsa malbatên şehîdan azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji xwe re bingeh digre ku çalakiyên ji bo azadkirina wî rêxistin bike.   *Avakirina kooperatîfên aborî di çarçoveya çandiniyê de.    *Avakirina derfetên xebatê ji bo malbatên şehîdan beriya her kesî.   *Avakirina pirojeyan ji bo malbatên şehîdan yên ku ji Girê Spî koçber bûne û di kampan de dijîn.    *Meclîsa malbatên şehîdan û hemû malbatên şehîdan ji mijara  goinên, bê bexetî, fitine û fesadiyên  li ser saziyan derkevin berpirsyarin.   *Xistina endamtiya malbatên şehîdên yên ku pêwindiya wan bi xebatên gîha û hebên hişbirê, her wiha dizî, bazirganiya çekan û kesên ku bi dijmin re dibin alîkar.   *Avakirina komîteyeke têkilyan ku bi hemû saziyan re di nava pêwindiyê de be da ku pirsgirêkên di navbera malbatên şehîdan û saziyên de çareser bike.   *Perwerdekirina  hemû endamên meclîsa malbatên şehîdan yên ku hatine hilbijartin ji aliyê bîrdozî ve. Perwerdekirina hevjînên şehîdan da ku xeta cangoriyan nas bikin û riya wan bişopînin.   *Avakirina komîteyekê ji bo ciwanan.   Di dawiya konfransê de Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê ku ji 8 kesan pêk tê, hat hilbijartin. Konfrans bi dirûşmên `Şehîd namirin` bi dawî bû.