CÎSST: Binpêkirina mafan li girtîgehan zêde bûye
- 14:28 11 Tîrmeh 2020
- Rojane
STENBOL - Di têkildarî rewşa girtîgehan û bandora vîrûsa koronayê de CÎSST'ê rapora xwe aşkera kir. Di raporê de hat diyar kir ku girtî di şertên paqij de namînin û mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin.
Komeleya Civaka Sivîl a Di Pergala Înfaza Ceza de (CÎSST), têkildarî rewşa girtîgehan a di navbera 29'ê Hezîran û 10'ê Tîrmehê de û bandora şewba vîrûsa koronayê (Covid-19) lêkolîn kir û kirin rapor. CÎSST'ê di raporê de anî ziman ku piştî şewba vîrûsa korona binpêkirina mafan gelek zêde bûye.
Di raporê de wiha hat gotin: "Li 52 girtîgehên girtî û bi giştî li 96 girtîgehên cuda gilî hatin kirin. Agahiyên girtîgehan û navê girtiyan veşarî hat girtin. Di serlêdanan de bi taybetî girtiyan anîn ziman ku hêjmara girtiyan pir zêde ye û ji ber zêdeyî kapasîteyê girtî di kowîşan e dimînin gelek zor û zahmetiyê dijîn. Ji ber qawîş pir tijîne, girtî di nava hev de radizên."
CÎSST'ê di raporê de pirsgirêk û binpêkirina mafan rêz kir û wiha cih da binpêkirinan:
“*Di destpêka şewbê de girtîgeh bi awayekî rêk û pêk dihat dezenfektekirin. Lê di demên dawî de ev yek hatiye rawestandin.
* Hêjmara girtîgehên ku malzemeyên dezenfekteyê xistine girtîgehê pir kêm in.
* Li hin girtîgehên girtî şibayekên qawişan pir biçûk in. Ji ber vê yekê gritî nikarin hewayê bistînin.
* Li hin girtîgehan rêveberî bi keyfî girtiyan dernaxin hewşê.
* Hem hewşê digirin û hem jî ava paqij û germ pir kêm didin.
* Li hin girtîgehan ji ber avhewayê ritûbet pir zêde ye û qawîş bi qasî tê xwestin tavê nabînin.
* Li hin girtîgehan xwaringeh bi qasî tê xwestin nayê paqijkirin. Gelek girtî bi hevre li heman xwaringehê xwarin dixwin.
* Li hin girtîgehên vekirî girtî dikevin dora xwarin û qantînê.
* Li hin girtîgehan rêveberî sabûn, ava cilşoyan û dezenfektanê bê pere li girtîgehan belav dike. Li hin girtîgehan jî ev yek tune ye.
* Malzemeyên ku bê pere belav dike jî pir kêm e û têra tu kesî nake.
* Li hin girtîgehan girtî tenê dema derdikeve hevdîtina telefonê dezenfektayê dikare bikar bîne.
* Li hin girtîgehan dema girtî derdikevin telefonê maskeyan nadin wan.
* Li hin girtîgehan maskeyan li girtiyan belav nakin. Dema girtî dixwaze bi pereyên xwe bistîne jî diyar dikin ku maske tuneye ye.
* Li hin girtîgehan bê pere malzemeyên paqijiyê belav nakin.
* Li Gelek girtîgehan malzemeyên paqijiya tuwaletan nayen belav kirin.
* Serşok qirêj in.
* Hêjmara Lavaboyan pir kêm in.
* Bê navber avê ji ser girtiyan qut dikin.
* Li herêmên avhewa germ be li wan girtîgehan bêtir avê ji ser girtiyan qut dikin.
* Girtî nikarin paqijiya şexsî bikin.
* Li hin girtîgehan xwarinê kêm û bê qalîte didin girtiyan.
* Li hin girtigehan gramaja nan kêm didin girtiyan.
* Xwarin têra hemû girtiyan nake.
* Girtiyên nikaribin xwarina girtîgehê bixwin, ji bilî wê xwarinek din nadin girtiyan.
* Li qantînê berhem pir buha ne û girtî nikarin ji qantinê bitînin.
* Malzemeyên ku li qantînên girtîgehên girtî tê firotin pir zêde buha ye.
* Her tim malzemeyan li kantinan nafiroşin û dema ji girtiyan re pêwist dibe nikarin bi dest bixin.
* Xwarina diyetê nadin girtiyan.
* Ji bo girtiyên nexweş xwarina bi vitamin û bi hêz temîn nakin.
* Ji bo girtiyên nexweş û temenê wan mezin ku di rîskê de ne tedbîran nagirin.
* Li hin girtîgehan bijîşk bi rêk û pêk naçe revîran.
* Li hin girtîgehan nexweşan dernaxin revîran.
* Dema girtî derdikeve revîrê jî nikare hemû dermanan bistîne.
* Li gelek girtîgehan sewqa nexweşxaneyan û dermankirin rawestandine.
* Li hin girtîgehan bi sînor girtîyan sewq dikin.
* Li gel ku bijîşkê revîrê diyar dike ku girtiyê nexweş sewqî nexweşxaneyê bê kirin jî rêveberiya girtîgehê girtiyan sewqî nexweşxaneyan nake.
* Dermankirina girtiyên nexweşê kronîk demek dirêj e nayê kirin.
* Girtiyên diçin nexweşxaneyê jî neçar in 14 rojan di qerantinayê de bêne girtin.
* Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran jî dema ji nexweşxaneyê vedigerin di qerantînayê de tên girtin û nikarin bi serê xwe pêdiviyên xwe pêşwazî bikin."