Li Qamişloyê Akademiya Şehîd Egîd hat vekirin

  • 14:02 6 Nîsan 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Desteya Perwerdeya Demokratîk  1'emîn akademiya bi navê Şehîd Egîd vekir.
 
Li bajarê Qamişloyê Desteya Perwerdeya Demokratîk 1'emîn Akademiya bi navê Şehîd Egîd vekir. Akademî ji bo perwerdeyên biranşên Navîn û amedeyî ye.  Di vekirina Akademiyê de sazî û dezgehên Sivîl û Rêveberiya Xewseriya Demokeratîk û bi dehan mamoste û xwendekar amede bûn.
 
Vekirina Akademiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê Hevseroka Desteya Perwredeya Demokratîk Semîra Hac Elî vekirina Akademiyê li tevahî mamoste û xwendekaran pîroz kir û got:" Hêviyê me hene ku şagirtên Şehîd Egîd di asta herî bilind xwe perwerde bikin û nifşekî azad ava bikin."
 
Paşê koma 'Sariya' govend gerandin, koma şehîd 'Osman' şanoya bi navê “Qederamin” pêşkêş kir û koma Kulîlkên Girbawî sitran gotin.
 
Vekirina Akademiyê bi gerandin govendê bi dawî bû.