Li Qamişloyê Akademiya Şehîd Egîd hat vekirin 2019-04-06 14:02:22   QAMIŞLO - Desteya Perwerdeya Demokratîk  1'emîn akademiya bi navê Şehîd Egîd vekir.   Li bajarê Qamişloyê Desteya Perwerdeya Demokratîk 1'emîn Akademiya bi navê Şehîd Egîd vekir. Akademî ji bo perwerdeyên biranşên Navîn û amedeyî ye.  Di vekirina Akademiyê de sazî û dezgehên Sivîl û Rêveberiya Xewseriya Demokeratîk û bi dehan mamoste û xwendekar amede bûn.   Vekirina Akademiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê Hevseroka Desteya Perwredeya Demokratîk Semîra Hac Elî vekirina Akademiyê li tevahî mamoste û xwendekaran pîroz kir û got:" Hêviyê me hene ku şagirtên Şehîd Egîd di asta herî bilind xwe perwerde bikin û nifşekî azad ava bikin."   Paşê koma 'Sariya' govend gerandin, koma şehîd 'Osman' şanoya bi navê “Qederamin” pêşkêş kir û koma Kulîlkên Girbawî sitran gotin.   Vekirina Akademiyê bi gerandin govendê bi dawî bû.