Li Sîlopiyê hevşaredaran mazbatayên xwe girtin

  • 12:47 4 Nîsan 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Şaredariya Sîlopiyê ku bi ferqeke zêde ya dengan hat standin hevşaredarên wê Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk mazbatayên xwe girtin. 
 
Şaredariya Sîlopiyê ku bi ferqeke zêde ya dengan hat standin hevşaredarên wê Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk mazbatayên xwe girtin. Endamên Meclisa Şaredariyê, Encûmenên Giştî yên Bajêr û hevserok çûn edliyeyê û mazbata girtin. Hevşaredarên ku mazbatayên xwe girtin piştî nîvro bi tevlibûna gelê Sîlopiyê wê bi meşa ku bê lidarxistin biçin şaredariyê.