Li Sîlopiyê hevşaredaran mazbatayên xwe girtin 2019-04-04 12:47:05   ŞIRNEX - Şaredariya Sîlopiyê ku bi ferqeke zêde ya dengan hat standin hevşaredarên wê Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk mazbatayên xwe girtin.    Şaredariya Sîlopiyê ku bi ferqeke zêde ya dengan hat standin hevşaredarên wê Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk mazbatayên xwe girtin. Endamên Meclisa Şaredariyê, Encûmenên Giştî yên Bajêr û hevserok çûn edliyeyê û mazbata girtin. Hevşaredarên ku mazbatayên xwe girtin piştî nîvro bi tevlibûna gelê Sîlopiyê wê bi meşa ku bê lidarxistin biçin şaredariyê.