Viyan Zinar: Ji bo rêxistinek xurt a jinê bingeha yekîtiyek xurt lazim e
- 12:17 4 Nîsan 2019
- Rojane
Ronîda Hacî
HESEKÊ - Endama Fermandariya (YPJ) Viyan Zinar 6’emîn Salvegera damezarandina YPJ’ê pîroz kir û got:“Damezarndina YPJ’ê berhema keda Rêber Apo ye .”
Derbarê avakirin û salvegera Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de Viyan Zinar axivî û got:"YPJ ji bo rêxistinbûyina jinê bingehek xurt e. Heta niha bû sedema gelek destkeftiyên mezin. Ji bo rêxistinek xurt a jinê bingeha yekîtiyek xurt lazim e."
'4'ê Nîsanê Rojbûna şoreşa jinê ye'
Viyanê got:"Xeta azadiya jinê di şexsê hezaran jinên li çiyayê Kurdistanê dewam dike. Di şexsê Şehîdên jin ê ku bûn mînaka jina di cîhanê de gelek destkeftiyên mezin hat bidestxistin. Despêtka avakirina YPJ'ê di heman demê de rojbûna Rêber Apo ye. Rêber Apo ji bo jinan gelekî têdikoşe. 4'ê Nîsanê Rojbûna şoreşa jinê ye. 4’ê Nîsanê ji bo me rojek bi wate ye roja Vejîna Asoya jinê ye. Damezarandina YPJ’ê berhema Keda Rêber Apo ye, ji bo wê jî di despêkê de em li serokatî pîroz dikin."
'Armanca avakirina YPJ'ê birêxstinbûyin û parastina mafê jinê ye'
Viyanê bal kişand ser armanca avakirina YPJ'ê û wiha got:"Me ji bo ku dawî li zilma li ser jinê bê û jin azad bibe û jin bikaribe xwe bi awayekî azad îfade bike di nava rêxistina jinê de cihê xwe girt. Armanca avakirina YPJ'ê birêxstinbûyin û parastina mafê jinê ye. Niha bi hezaran jin di bin banê rêxistina jinê de mafên xwe diparêzin û ji bo azadiya xwe têdikoşin. Bi vê yekê gelek jin ji zilm û zordestiyê hatin rizgarkirin."
'YPJ bi berxwedan û fedakariya xwe tê naskirin'
Viyanê wiha dawî lê anî:"Çeteyên ku êrîşî Rojava kir di destpêkê de jin hedef girti. Em jî wekî şervanên YPJ’ê zilm, zor, koletî û bindestiyê qebûl nakin û ji bo azadiya hemû jinên cihanî em ê têbikoşin. Ji Kobanê, Minbic, Şingal, Reqa û ta Dêra Zorê YPJ’ê xwedî seknek bi hêz bûn û rolek xweyî girîng ji bo azadiya xaka Bakûr û Rojhialtê Sûriyeyê lîst û bû mînaka ji hemû cîhanê re. YPJ ji bo rêxistinbûyina jinê bingehek xurt e. Heta niha bû sedema gelek destkeftiyên mezin. Ji bo rêxistinek xurt a jinê bingeha yekîtiyek xurt lazim e. Damezarndina YPJ’ê berhema keda Rêber Apo ye. Serkeftin û deskeftiyên ku hatin bidestxistin bi saya fedekariya şervanên YPJ’ê hate kirin, ji Bêrîtanan heta Şîlanan heta Avêstayan û Barînan her wiha bi sedan jinên leheng ji bo azadiya jinan û rizgarkirina xaka xwe têkoşînek pir mezin dan meşandin. Hêza YPJ’ê xwedî bîngehek xurt e, bîngeha fedekariyê ye. Çawa me çeteyên dewleta Tirk DAIŞ tune kir û herêman rizgar kir êm ê di şexsê jinên berxwedêr de Efrînê jî rizgar bikin."